Nirxê Iphone 6 Plus 1300 $ û tê piyan gelekî bê firotin

kurdistani 08:42 PM - 2014-09-13
Nirxê Iphon 6 Plus 1300 $ û tê piyan gelekî bê firotin

Nirxê Iphon 6 Plus 1300 $ û tê piyan gelekî bê firotin

Bi mebesta firotina herdu telefonên xwe yên jîr IPhone 6 û IPhone 6 plus kompanya Apple dest bi wergirtina daxwazên kirînê kir.

Kompanya Apple  ji roja înê 12 manga Îlonê ve nirxê telefonên xwe yên nû eşkere kirin û dest bi wergirtina daxwazên kirina telefonan ji welatên ji derveyî DYE kir.

Apple ji roja înê ve li paytexta Birîtanya London dest bi wergirtina daxwazên kirîna herdu telefonên wê yên jîr Iphone 6 û Iphona 6 Plus kir û hate ragihandin ku nirxê Iphon 6 ji 539 Strelînî (875 $) dest pê dike ev yek ji bo Iphone 6 a 16 Gêgabayte, wekî din Iphone 6 a bîrdariya wê 64 Gêgabayte bi nirxê 619 Sterlînî (1000 $) ye û Iphone 6 a bîrdariya wê 128 Gêgabayte 699 Sterlînî (1150$) ye.

Her wiha ferqeke berçav di nirxê Iphone 6 de û Iphon 6 Plus de heye, nirêxê telefona Iphon a akranên wê mezine û 16 Gêgabayte ji 619 Sterlînî (1000$)  ve dest pê dike û bi telefona Iphone 6 a xwedî bîrdariya 128 Gêgabayt dighêje 789 Sterlînî (1300$) .

Apple hêvî dike di asteke bilinde telefonên xwe yên nû bifroşe, Goldman Sachs bi raportekê da xuya kirin ku, çav li rêye ta dawiya salê nêzî 62 milyon perçe ji amûrên nû bêne firotin û ta 2015`e 205 tene amûr ji herdu telefonên nû yên jîr bêne firotin.

Iphone 6 ger çi ya mezin be yan a biçûk be bi sê rengan peyda dibe, ya Zêrî, Zîv û Gewir û çav li rê ye di 19 Îlonê de li ber destê xerîdaran be.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket