Hozanvan Dilşa Yûsûf: Di navbera Helbestê û henaseyên niştîman de

kurdistani 10:14 AM - 2014-09-10
Hozanvan Dilşa Yûsûf:  Di navbera Helbestê û henaseyên niştîman de

Hozanvan Dilşa Yûsûf: Di navbera Helbestê û henaseyên niştîman de

Duhî roja sêşemê, 9-9-2014`an, piştî nîvro li hola Hotêla Perêj li Serçinarê, bi beşdarbûna PUKmedia`yê û hejmareke ji rewşenbîr û helbestvan û şopênerên helbestan, çalakiyeke wêjeyî ji aliyê rêvebertiya çalakiyên wêjeyî li Silêmaniyê ya ser bi wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve çû.

 
Her weha birêveberatiya Çalakiyên Wêjeyî li Silêmanî  bi navnîşana (Henasekanî Şiir bo rûhî Niştîman), Mêvandariya her du helbestvanan ( Dilşa Yûsûf- Umer Ebdilkerîm)  di korekî helbestê de, li hola Hotêl Perêj li Serçinarê ya bajarê Silêmaniyê kir.

Ji bo zanîna bêhtir li ser wê kora helbestî û naskirina yek ji helbestvanên beşdarbûyî, PUKmedia`yê bi pêwîst dît ku hevpeyvîneke taybet digel Hozanvana jin a Rojavayê Kurdistanê Silşa Yûsûf bike û evê li xwerê deqa hevpeyvînê ye.


*PUKmedia: Xebata we ya îro çawa derbas bû?


-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Piştî demek dirêj ji kêmbûna çalakiyên wêjeyî û rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê bi giştî û li bajarê Silêmanî bi taybetî ku wek Paytexta Rewşenbîrî tê naskirin û her tim xelkê wê tiyê hemî tiştê nû ne,  ji ber sedemên destkurtiya abûrî, derketina min bermaber hezkiriyên helbestê kelecanek gelekî xweş û diramî da min, bi taybet ku ev kora helbestê di jêr navnîşana( Henaseiyên helbestê ji bo ruhê niştîman ) bû, ku têde bi taybet helbestên me dengvedana vê qonaxa xemgîn û tiracîdî û diramatîk ku di ser gel û welatê me Kurdistan re derbasdibe, û bi taybet di ser gelê me yê Êzîdî. Û xala herî dilxweşker ji bo min ew bû ku ewqase hezkiriyên helbestê di wî korî de amadebûn, û bi hestyarî guhdarkirin û karîgerbûn, û gelek ji wan bi nerînên cûda, çi bi rexne û çi bi nirxandin,  karîn hîna zêdetir vê çalakiyê bihêztir bikin û serbixin. Bii nerîna çalkiyek serkeftî û di ciyê xwe de bû.

*PUKmedia: Gelo ev kar bi destpêşxeriya webû an jî ya Rêveberiya Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê bû.?

-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Bi rastî ev çalakiya bi destpêşxeriya Birêvebiriya Çalakiyên Wêjeyî ser bi Rêvebiriya Wezareta Reweşenbîrî li Silêmanî bû, û ez ji dil serkeftinê bo xebata vê rêveberatiyê dixwazim, û destxweşiyê li wan dikim, ku her sal çend çalakiyên bi vî cûrî li dardixin û piştvaniya wêjevanan dikin. Û ji hêla min de eve çendîn care ku têm vexwendin bo çalakiyên wan.

*PUKmedia: Helebesta te hem bi kurmanciya jorê û hem bi kurmanciya xwarê bû, Ji ber ku mamoste Omer Ebdulkerîm wiha nekir û tenê bi kurmanciya xwarê bû(Soranî) gelo armanca we û mebeswta we ji vê yekê çibû?

-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Bi rastî, em bixwazin nexwazin, pirsgirêka me ya li hevtêgihiştinê heye bi sedema ji hevcûdabûna zaravên kurdî, û ev çend salên ku ez li vir dijîm, heta radeyek mezin karîgerî li ser paşdemana min ya wêjeyî kiriye, ji ber wê sedema min behskir. Tevayî ku min gelek hewilda ku ez ji dîmena wêjeyî dûrnekvim, lê hemû cara ku ez derdiketim bermaber hezkiriyên wêjeyê û helbestê bi taybet, min hestdikir ku peyama min baş naghê wan.

Raste ez hemû cara dibêjim ku berî her tiştî ez helbestê ji bo xwe dinivîsim, lê di haman demê de bo hezaran xelkê jî ez dinivîsim, lewma ewên guhdar dike û dixwîne, gelek giringin ku bi ciwani di peyama te de bighên û ji bo hestê ciwan di navbera  yê nivîskar û yê gudarvan de durust bibe, zimanê tu bi dinivîse faketrekî giringe, lewma min hewilda vê carê wek ezmûna xwe ya yekem helbestê wergerînim zarava kurmanciya jêrî ( soranî) û bi rastî hestekî gelek xweş da min, çunkî bawer dikim ku di nav çend salan de ku ez di çalakiyên cûr bi cûr de derdiketim pêş xelkên me yên soran, min nedikarî peyama xwe wek pêwîst bighînim, belê vê carê gelek cûda û bi berhem bû, hem ji bo min û hem ji bo gudaran jî.

*PUKmedia: Hestên we çibûn dema ku we di derbarê jinavbirina zarokên kurdan û enfalkirina gelê Kurd di bin alaya bi navê Xwedê bicîtînin?


-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Hestekî gelek tracîdî û diramatîke, dema tu bizanî ku tu miletekî aştîxwazî û mirovdostî û amadeye di gel hemî cûrên ol û mezheb û etnîkan re bi hevparî bijî li ser xaka xwe, û tu rêzê ji hebûna wan re bigrî, lê hindek aliyên din rabin û bên şerê te bikin û bixwazin te li navbibin û hemî cûrên karên ne mirovane bi serê te bînin, û tu desthilatdariya te nebe ku parastinê ji hebûn û mafê xwe bikî. Tiştê here xerab ew ku em û zarokên me hemî pirosa kuştin û jinavbirinê ne bi destê ev hovên serdemî ku bi sedhezaran xelkê dixapînin di bin navê xwedê û musilamantî û baweriyê de, ku îdî baş hatiye eşkerakirin tu pêwendiya wan bi bîrûbaweriyê nîne, tenê ol û baweriyê bi rengekî gelek dirinde bikartînin bo berjewendiyên xwe û ji bo têrkirina xerîza xwe ya hovane û heywanî.

*PUKmedia: Gelo erkê li ser milê helbestvan û reweşenbîrên kurd di vê qonaxa hestyar de çiye?


-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Bi baweriya min ji hemû gelê kurd tê xwestin ku hişyar be beramber doza xwe û mafên xwe yên rewa ku nehêle li ber çavê hemû cîhan û civata mirovatiyê bê binpêkirin, ne xasim wêjevan û reweşenbîr, erkê li ser şanê wan gelek girane. Ji wan tê xwestin xwe li ser hemî pirsênn biçûk û mezin mijûlbikin, û xwe li ser şîrovekirina wan bi êşînin, ji ber ku ew hest û çav û hizra gelê xwe ne. Anko huşyarî û hestyariya wan, hestyarî û huşyariya miletekî bi giştî ye. Bi taybet di vê qonaxê de, ku dîsan miletê kurd rûbirûyî pilanên jinavbirinê tê, giringe yê rewşenbîr rastiyan eşkera bike ji xelkê re û wan rakêşe berev riya rast.


*PUKmedia: Hûn di derbarî yekrêziya helbestvan û rewşenbîrên her çar aliyên Kurdistan de çi dibêjin?

-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Bi baweriya min, rewşenbîrên kurd perçebûne li ser aliyên siyasî û di jêr karîgeriya siyasetê de ne, û hîna bi giştî nikarin pênûsên xwe bi awayekî serbixwe ji bîr û baweriyên xwe yên siyasî bi karbînin. Lewra em dibînin ku gazindeyeke mezin ji gelê me heye li ser rola reşwenbîran. Huner û wêjeya cîhanî  li ser wan kesan li pêşdikeve ku karîne dûr ji çarçuvên siyasî û desthiladaran binivîsin û bi afirînin, û rolek mezin di afirandina civakan de dibînin, lewma em dibînin ku wêjevan û nivîskarên ku heta niha xelatên nobil girtine hemî li dijî sîstem û rêjîmên xwe bûn, ne ji rêzê bûn.

Ji bo me kurdan ev gelek giringe, û ji reweşebîr û wêjevanan tê xwestin xwe di ser hemî nakokiyên siyasî re bigrin, û bangeheştî yekrêziya netewî û gel bikin, wê demê dikarin peyama xwe ya rast bighînin xelkê me. Yan na ji xwe kesadek gelkî xerab heye di warê wêjeyî û nivîsînê de. Afirandina berhemên nû û miletên nû û hizrên nû bi vî şêwazê ku piraniya rewşenbîr û wêjevanên kurd liser kar dikin tu encameke bi xêr jê dernakeve. Lewma ez bangî hemû rewşenbîr û wêjevan û hizirvanên kurd dikim ku divê hizr û pênûsên xwe tûjbikin di vê qonaxa hestyar de, tenê û tenê ji bo xizmetkirina doza xwe ya rewa binivîsin, û ji bo rabûna netewa xwe û gelê xwe binivîsin.

*PUKmedia: Hûn çi ji xwendevanên PUKmedia`yê redibêjin?


-Hozanvan Dilşa Yûsûf: Silavên minî ji dil bo xwendevanên malpera PUKmedia heye, û ez bi vê boneyê hemiyan vedixwînim bo hevkariya netewî û xwedî derketina li yekrêziya gelê kurd, ku tenê bi vê riyê em karin xwe biparêzin û rizgarbikin ji wan karesat û êrîşên ku jinavbirin û tunekirina kurdan armancdigrin.
Her weha silavek germ û destxweşiyê li karmendên malpera PUKmedia bi taybetî dikim, her bijîn û serkeftin ji bo xebata we.

***

Ji bo naskirina kesayetiya jina xebatkar a Kurd Dilşa Yûsûf hûn dikarin jiyanameya wê biwînin û bişopînin.

Kurteyek derbarî wergêr


-Hozanvan û Rojnamevan û Wergêr Dilşa Yûsûf, di  10 ê huzêrana 1968 de  li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê  li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, derçûya Peymangeha Çandinê ye.
- Endama Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurdî ye.
-Seroka Komîta  Jinan e li Navenda PEN a Kurdî.
-Endama  Navenda PEN a Cîhaniye.
- Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdstanê.
- Endama Sendîka Rojnamevanên Kurd li Başûrê  Kurdistanê.
- Endama Sendîka Rojnamevanên Cîhanî ye.
- Di gelek fîstîval û kongre û civatên wêjeyî û rojnamevanî û bernamên telefizyonî de beşdarî kirîye.
- Bi sedan gotarên siyasî û wêjeyî û civakî
- Di sala 2011 de xelata rêzgrtinê ji  Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê wergirtiye.
-Di sala 2014 an de xelata rêzgirtinê ji Dezgeha Mîdya ya Raman û Rewşenbîrî li Bexdad wergirtiye.
- Berhemên wê  hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin.
- çalakvane di warê doza civakê û jinê de, bawernameya perwerdekariya di warê (Cender) de ji rêxstina Firyaguzariya millî ya Nerwîcî li suleymaniyê bi destve aniye( 2004).
sernivîskar û rêveberiya çend Rojname û Govar û Radyo ya kiriye wek:

- Sernivîskara Govara  (Mîdya), Suleymanî( 1993 ).
- Sernivîskara rojnama( Jiyana Azad) ya taybet bi jinan, Suleymanî( 1997).
- Berpirsa radyo ya (Dengê Kurdsitana Serbixwe) li çiya (1998).
- Sernivîskara Govara ( Sorgul) Lubnan, Beyrût (2000-2002).
- Nûçegihana Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan, Bexdad (2003).
- Stûnek heftane bo rojnama (Aso) ku ji hêla dezgeha Xendan bo Raghandin û Çapemeniyê tê weşandn nivîsiye bi navnîşana ( li vir û li wir) 2006-2007.
- Stûnek heftane( siyasî) ji bo ronama Rûdaw nivîsiye ( 2012-2013)- Hewlêr.
-Stûnek heftane bo rojnama War nivîsiye- Dihok.
- Edîtor di rojnama Kurdistanê Niwê, beşê kurmanciya jorî.
- Stûnek heftane  bo rojnama Kurdstanê Niwê, beşî kurmanciya xwarê (soranî)dinvîse bi navnîşana ( Çavê Mîdya Turkî).
- Edîtor di govara (Işraqat Kurdiya) ya bi erebî tê weşandin li  Misir-Qahîra.
- (Înya Rojava) bernameyekî heftane- Radyo Newa.

-Karê wergera zimanê Turkî, di Ofêsa Yekîtiya Nîştamaniya Kurdistan, her weha di Kenala Gelê Kurdistan  de kiriye.
 
Ji berhemên wê:

- (Zenglên Hevgihînê), helbest, weşanxana Amêrda, Beyrût( 2001) .
- ( Bakurê Dil), helbest, Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Dihok( 2006).
- (4) berhevokên helbestan yên jinên kurd ji zarava kurmanciya xwarê(soranî) wergerandiye bo kurmanciya  jorî bi tîpên latînî, û ji hêla weşanxana Avêsta li Istenbûl di sala (2006-2007) de hatin weşandn, di nav  rêza helbestên jinan de ya bi navê ( Şahê Maran) ku ji wana:
   1 - (Mirina Rojê), Jîla Huseynî.
   2- ( Qehweyek di Gel Wî  ) Kejal Ehmed.
   3 -( Gunehên Ciwan) Vînos Fayiq.
   4-( Pêkek di Gel Şeytan )Nahid Huseynî.
- ( Rola malbata Cemîl Paşayê Diyarbekrî di Tevgera Rêzgariya Kurdî de) ya Profîsor .D. Malmîsanij.Wergerandin ji zimanê Turkî bo zimanê Erebî, ji weşanên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ( 2007).
- ( Bi Pê Şopa Azadiya xwe dikevim)- Berhevoka Helbestan, Luqman Mehmûd, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên kurd- Dihok( 2013).
- ( Ji Leylanê bo Avê), Berhevoka helbestan-Luqman Mehmûd. werger ji zimanê Erebî bo Kurdî, ji weşanên Navenda Margirît ya Kurlturî -Suleymanî ( 2013).

- Bi sê zimana ( Kurdî- Turkî- Erebî) dizane.
- Di gel helbestvan u rexnegirê edebî (Luqman Mehmûd) jiyana hevserî pêkaniye.
- Niha li Herêma Kurdstanê, li şarê Suleymaniyê nişteciye.

Bo pêwendîkirinê:
[email protected]
[email protected]
Mobayil:00964-(0)-7701496245

Hevpeyvîn: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket