'Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin'

kurdistani 08:32 PM - 2014-09-07
 'Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin'

'Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin'

Berpirsyarê Pêşmergeyan ê bajarokê Daqûq ê Kerkûkê Mûhammed Rustem destnîşan kir ku hatina hêzên gerîla piştî êrîşên DAIŞ'ê tê wateya parastina tevahiya Kurdistanê û got, "Ev yek parastina tevahiya gelên li Kurdistanê dijîn e. Li dijî DAIŞ'ê, em bi gerîla re gelê xwe diparêzin."

Berpirsyarê Pêşmergeyan ê bajarokê Daqûq ê Kerkûkê Mûhammed Rustem, operasyonên leşkerî yên li Daqûq û derdora wê, operasyonên di encamê de Amerlî û Suleyman Beg ên li nêzî Tûz Hûrmatû hatin rizgarkirin, rewşa dawî ya li herêmê û têkoşîna hevpar a bi gerîlayên HPG/YJA STAR'ê ya li bajarên Başûrê Kurdistanê nirxand.

Daqûq a ku 57 kîlometre nêzî Kerkûkê ye, di heman demê de weke qeleheke Kurdên Kakaî tê dîtin. Kakaî ku oleke Heterodoks e ji aliyê baweriyê ve xwişk û birayên Yarsaniyên li Rojhilatê Kurdistanê ne. Kakaîtî û Yarsanîzm di heman demê de weke Ehlî Heq jî tên binavkirin. Kakaîtî ku tê wateya "Biratiyê-Kek" gelekî dişibe Êzidiyatiyê. Tê gotin ku koka Kakaîtî jî digihêje Zerdûştiyê. Li Daqûqê 20 hezar li gelemperiya Iraqê jî tê texmînkirin ku 75 hezar e.

Hêzên gerîla yekemcar di 9'ê Tebaxê de gihaşt Kerkûkê. Gihaştina yekîneyên gerîla li Kerkûk, Mexmûr, Şengal û hin qadên Başûrê Kurdistanê hem rê li ber coşeke mezin vekir hem jî weke pêşketineke dîrokî hat nirxandin.

Hêzên Pêşmerge û Iraqê beriya 31'ê Tebaxê, bajarokê Amerlî yê piraniya şêniyên wê Tirkmenên Şîa ne ku di 18'ê Hezîranê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dorpêçkirin, rizgarkirin. Rojek piştre di 1'ê Îlonê de bejarokê Silêman Beg ê nêzî vî bajarokî, ji rêxistina dijminê mirovahiyê hat rizgarkirin. Silêman Beg 11 hefteyan ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin.

-Rewşa leşkerî ya li Daqûqê çi ye?

Kontrola asayîşê ya li Daqûqê di destê pêşmergeyan de ye. Hêza me ya polîs heye. Em giştiya herêmê û gundan diparêzin. Tevahiya gundên Kurdan di din kontrola me de ne, em gundên Kakaî jî diparêzin. Li herêma Kakaî, herêma Talabanî û li navenda Daqûqê vê gavê ti pirsgirêk tineye.

Me xwe li tevahiya sînorê Kurdistanê bicih kirine, em ketine çeperan. Hêzên gerîla jî hatin û ji Tûz Hûrmatû heta xeta Daqûqê em bi hev re herêmê diparêzin. Bi hatina hêzên gerîla re moraleke mezin li gel me peyda bû.

Bi operasyonên me yên rojên dawî re DAIŞ'ê xwe ji hin herêman vekiaşnd. Ji Rebîa heta Celawla berxwedana tê nîşandan çavê çeteyan tirsand. Pêşmerge û gerîlayan bi hev re li Mexmûrê li dijî çeteyan şer kirin. Li Seediye û Celewla (Di 11'ê Tebaxê de hatin rizgarkirin) li gel hêzên Iraqê em tevlî şer bûn. Bi artêşa Iraqê re me bajarokê Amerlî ji çeteyan paqij kirin. Li her cihên berxwedanê DAIŞ'ê nekarîbû çeperên xwe jî biparêze.

JI SÊ BASKAN VE OPERASYON HAT LIDARXISTIN

-Li bajarokên Amerlî û Silêman Begê li hemberî çeteyan operasyon hatin kirin. Der heqê encamên oeprasyonê de hûn dikarin agahiyan bidin?

Li aliyê Tûz Hûrmatû ji sê baskan ve operasyon hat meşandin. Baskek li Yengîce, yek li Silêman Beg yek jî li Amerlî bû. Gelê Amerlî ji ber dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê sê meh in têkiliya xwe bi derve re nebû. Di sê mehan de gelê li wir gelek zor û zehmetî dît. Bi operasyonên hatin kirin re serketineke mezin hat bidestxistin. Rêya Bexda-Kerkûkê hat ewlekirin. Tirkmenên li Amerlî hatin rizgarkirin.

ÇETE SERÊ MIRIYÊN XWE JÎ JÊ DIKE, ÇIMA?

-Çeteyan êrîşî bajarokê Engîce jî kirin. Tê gotin ku çeteyan windahiyên giran dane. Her wiha tê gotin ku çete serê cenazeyên xwe jî jê dikin. Gelo sedema vê çiye?

Li hemberî Engîce di 3'ê Îlonê de êrîş hat kirin. Hatibû gotinku 400 kes kom bûne û em bi şev çûn. Ber destê sibehê me bi hêzên xwe yên li wir re ew der parast. Eger Engîce têk biça, Silêman Beg wê biketa xeteriyê. Me cenazeyê 12 çeteyan dîtin. Hemû jî serê wan jêkirî bûn. Sedema wê jî ew e, ku ev çete ji derve hatine û naxwazin bên naskirin. Du pêşmergeyên me jî şehîd ketin.

EV ÇETE DIJMINÊ TEVAHIYA MIROVAHIYÊ NE

-Pêşmergeyên YNK'ê û gerîlayên HPG'ê bi hev re ketine çeperê, parastina xeta Kerkûkê dikin. Hebûna gerîla li vê derê ji bo we tê çi wateyê?

Pêşmergeyên YNK'ê timî alîgirên yekîtiya neteweyî ne. Demeke dirêj e li Başûrê Kurdistanê têdikoş in. Li gelek cihan xwe birêxistin kirine. Hatina gerîla em gelekî kêfxweş kir. Hatina gerîla ne tenê jib o Başûrê Kurdistanê, di heman demê de tê wateya parastina Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê. Îro ji bo Kerkûkê bi hev re têkoş in û ev yek tê wateya parastina Kurdistanê. Parastina tevahiya gelên li Kurdistanê ye. Li dijî DAIŞ'ê em bi gerîlayan re gelê xwe diparêzin.

Çeteyên êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin ne tenê dijminê Kurdan e, dijminê tevahiya mirovahiyê ne. Em mirovên vê xakê ne. Lê çete ne diyar in ji ku hatine û kesên ji mirovahiyê bêpar mane.

Çi gerîla, ji YPG çi jî Pêşmerge hemû hêza parastina Kurdistanê ne. Em hemû ji bo Kurdistanê, li dijî êrîşên çeteyan bi hev re têkoş in. Îro li Başûrê Kurdistanê, bi gerîlayan re ji bo mirovahiyê hêzeke watedar ava bûye. Em îro bi hev re ji bo Başûrê Kurdistanê têdikoş in, sibê ji bo parçeyekî din jî em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin.

'EM YEK RENG IN, YEK DENG IN, ARMANCA ME YEK E'

Ji her parçeyên Kurdistanê gerîla hene. Divê her kes bizanibe em yek reng in, yek deng in û armanca me yek e. Li Zumar, Rojava, Rebîa, Celewla, Mexmûr, Kerkûk, Daqûq û li her cihî li dijî çeteyan em têdikoş in. Ji bo me ferq nake û ya girîng têkoşîna ji bo Kurdistanê ye. Divê Kurdên li tevahiya cîhanê alîkariyê bidin Rojava û Başûrê Kurdistanê. Em hemû yek in. Hêz bidin YPG'ê, Pêşmergeyan ku em çeteyan ji Kurdistanê derxînin. Divê bêyî dereng bikeve gelê me nîşan bide ku yek e, yek reng e.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket