Rêxistina ICMP hewla nasandina jenosîda Êzîdiyan dide
kurdistani 06:25 PM - 2014-09-03Rêxistina ICMP hewla nasandina jenosîda Êzîdiyan dide
Wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmud Hacî Salih pêşwazî li berpirsê buroya Êtraqê ya rêxistina ICMP a navdewletî Din Kin kir.
Di hevdîtinê de wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan da diyar kir ku lijneya bilind a nasandina jenosîda Êzîdiyan û pêkhateyên netewî û olî ên dinê dest bikarê xwe kiriye daku ev tawanên mezin li ser astê navdewletî ku rêxistina terorê a DAIŞ bi ser pêkhateyên netewî û olî encam daye bidin nasandinê.
Mehmud Hacî Salih daxwaz ji rêxistina navdewletî ICMP kir bku hevkariya wan bikin bo komkirina belge û girtina rêyek guncaw bo gîhandina dosya taybet ya vê karesatê bi dadgeha bilind a tawanên navdewletî.
Ji aliyê xwe ve Din Kin amadebûna rêxistinê bo hevkariya teknîkî û dokomenterî bo belgeyan nîşan da. Her weha berpirsê buroya Êtraqê ya rêxistina ICMP got: Di heftiya bê de li Londonê weku rêxistina wan beşdarî li civînên asta bilind dikin û ewê daxwaz bikin ku hevkariya herêma Kurdistanê bikin û daxwaziyên lijneya hikûmeta herêmê dê bixe ber destê beşdarvanên civînê.
Din Kin, amadebûna ICMP nîşan da ku bo hemû hevkariyekê bo nasandina jenosîda wê karesatê û dê pêşkêşî aliyên ku pêwendiyên wan bi dadgeha bilind a tawana navdewletî heye bikin.
PUKmedia/Fuad Osman
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25