Rêya Kerkûk – Bexdad hate kontrolkirinê

kurdistani 01:46 PM - 2014-09-01
Rêya Kerkûk – Bexdad hate kontrolkirinê

Rêya Kerkûk – Bexdad hate kontrolkirinê

Hêzên pêşmerge bi hevbeş li gel artêşa Êraqê rêya serekî ya Kerkûk – bexdadê kontrolkirine.

Di vê derbarê de berpirsê bazina Hemrînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şikur ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro 1/9/2014 piştî kontrolkirina bajaroka Silêman Beg û dewrûberê wê, hêzên pêşmerge bi hevbeşî li gel artêşa Êraqê rêya serekî ya Bexdad – Kerkûkê kontrolkirine.

Got jî: Ji ber metirsiya bombekirina rê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve bi temamî ji welatiyan re nehatiye vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî rûdanên 9/6/2014 û êrişên terorîstên DAIŞ û kontrolkirina navçeya Uzêm û dewrûberê rêya Bexdad – Kerkûkê ji aliyê terorîstan ve bi neçarî welatî di rêyeke dirêj û zehmet ku li pişta qeza Xaneqînê re derbas dibe hatûçûn dikirin.

PUKmedia/Sîrwan Kerkûkî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket