Li Pakistanê xwepêşandan: 294 kuştî û birîndar bûne

kurdistani 10:03 AM - 2014-09-01
Li Pakistanê xwepêşandan: 294 kuştî û birîndar bûne

Li Pakistanê xwepêşandan: 294 kuştî û birîndar bûne

Komeke çalakvanan li Pakistanê li dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza destjikarberdana  serokwezîr Nawaz Şerîf kirine, lê di encamê de şer derket û 15 jê jin 38 jî jê polês bi tevahî 294 kes birîndar bûn.

Di protestoyên ku heta niha Tevgera Gel a Pakistanê (PAT) û Tevgera Dadê ya Pakistanê bi awayekî aştiyane birêve dibir de şer derket.

Serokê PATê Tahir-ul Qedrî bangî alîgirên xwe kir da ku ber bi Ofîsa Serokwezîriyê ve bimeşin. Li ser bangewaziyê alîgir ber bi ofîsê ve meşiyan û alozî çêbû.

Xwepêşandêran 2 konteynir bi vînçê danîn kêleka rê, polêsan jî bi gaza rondikrêj mudaxeleyî komê kir. Xwepêşandêran jî bi keviran bertek nîşanî polêsan da û aloziyê heta derengê şevê berdewam kir. Di encamê de 15 jê jin 38 jî jê polês bi tevahî 294 kes birîndar bûn.

Serokê Tevgera Gel a Pakistanê Tahir-ul Qedrî jî bi îdiaya dê şoreşê bike, di hezîranê de vegeriyabû welêt û îstifaya hikûmetê xwestibû.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket