Parêzgarê Kerkûkê pesna hêzên pêşmerge dike

kurdistani 09:20 AM - 2014-09-01
Parêzgarê Kerkûkê pesna hêzên pêşmerge dike

Parêzgarê Kerkûkê pesna hêzên pêşmerge dike

Duh roja yekeşemê 31/8/2014 parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bi amadebûna cîgirê parêzgar li gel lijneya emnî, birêvebirê giştiyê polîs, serpereştiyarê bazina Kerkûkê yê hêzên pêşmerge û fermandarên hêzên pêşmerge û birêveberiya dazgeha assayîşê civiya.

Di civînê de Dr. Necmedîn Kerîm li ser pêşveçûnên dawî yên emnî rawestiya û cext li ser parastina welatiyên Kerkûkê û zêdekirina dewriyeyên hevbeş li bajarê Kerkûkê bo aramiya bajêr kir.

Dr. Necmedîn stayîşa rola hêzên pêşmerge kir ku li navçeyên sînorî ên Kerkûkê ne û her weha pesna rola polîs û asayîşê di parastina asayîşa bajêr de jî kir.

Parêzgarê Kerûkê û serokê lijneya emnî ya Kerkûkê daxwaz ji welatiyên Kerkûkê kir ku yekrêz bin û piştevanê hêzên emnî û fermangehên xizmetguzariyê bin bo parastina parêzgehê li dijî terorîstan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket