"Weku car caran ez ligel we pêşmerge me û amade me ta nefesa dawî ligel we bim"

kurdistani 01:30 PM - 2014-08-31
Kosret Resûl li rêgehên şer

Kosret Resûl li rêgehên şer

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi tev Dr.Berhem Salih û Şelaw Kosret Resûl roja şemiyê sibê serdana rêgeh û bereyên şerê pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞ kirin.

Her wiha li bajarê  Xaneqînê ligel her yek ji berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê Mela Bextiyar, endamê mektea siyiasî û berpirsê hêzên pêşmerge li rêgeha Celewla Mehmûd Sengawî, Fermendarê hêza hefte Şêx Cafer Şêx Mustfa û hejmarek din ji endamên serkirdeyetiya YNK`ê civînek lidar xist.

Cîgirê serokê Herêmê di civînê de destxweşî li hemû fermande û berpirsên pêşmerge yên li rêgehên şerine kir û soz da ku dê bêtir hevkar bin û piştevaniyê bidin hêzên pêşmerge.

Cîgirê serokê Herêmê piştre berê xwe da rêgehên şer ên li Huseyniya û Neqişbendî, Kosret Resûl li rêgehên şer ji pêşmergeyan re axivî û got: Ez di her dem û bardoxan de bi tiştê hun dikin şanazim û xwe yek ji we dibînim, ew qehremanî û canfedayiya we lotka lixwebûrdin û bexşana mirovê Kurd e ji bo xak û nîştiman, ev şerê niha em rû bi rûyê mane ne bitenê şerê ji bo nîştiman e, lê ew cenge li dijî paşverûtiya fikirî, cenge li dijî talankirina xak û nîştimane, şeref û namûsa vê netewî ye, hun ji ber hemû mirovatiyê şer dikin, ji ber azadîxwazan, nûxwazan û aştîxwazên cîhanê şer dikin.

Kosret Resûl di berdewamiya axaftinê de got; Bi rastî hun pêşeng û pêşewa şerê li dijî terorêne li cîhanê, ez we dilniya dikin em`ê di vê şerî de bi serkevin, wa hun dibînin bereya şerê li dij terorê berferh dibe û kargertir dibe û asoya rojeke nû ya pir bextewer li vî welatî hiltê.

Cîgirê serokê Herêmê di beşek din ji axaftina xwe de got; Ez weku car caran li gel we weku we pêşmerge me û amade me ta henase (nefesa) dawî li bermberî terorê di cengê de ligel we bim û bi hemû hêza ligel we hevkar bim û piştevaniyê bidim we pêşmergeyên qehreman.

Piştre Dr.Berhem Salih axivî û got; Berxwedan û berevaniya we li xaka Kurdistanê cihê şanazî û serfiraziyê ye bo me û hemû gelê Kurd, qehremaniya we bi ser hemû Kurdistanê de deng veda.. û boye cihê rêz û destxweşiyê, ez bi we yek bi yek serfirazim.

Hêzên pêşmerge yên qehreman ji aliyê xwe ve bidîtina Kosret Resûl Elî fermandarê rojên zor û dijwar û şerên giran, bêtir wêrek bûn û soza dan serokê Herêmê ta dilopa xûna xwe ya dawî xaka Kurdistanê û nîştiman biparêzine.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket