Serok Barzanî pêşwazî li serokê Kongreya Niştîmaniya Êraqê kir

kurdistani 11:32 AM - 2014-08-31
Serok Barzanî pêşwazî li serokê Kongreya Niştîmaniya Êraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li serokê Kongreya Niştîmaniya Êraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êvara şemiyê 30 / 8 / 2014`e  li Selahedîn pêşwazî li Dr.Ehemd Çelebî serokê Kongira Nîştimanî ya Êraqê kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî û serbazî ya niha li Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge li berember terorîstan û rewşa siyasî û ewlekariyê li Êraqê nirxandin û tekez li ser wê yekê kirin ku terorîst bûne gefek mezin bi ser hemû mirovayetiyê û tu sînor û bihayek nanasin, ji ber wê yekê pêwîste hemû alî ji bo terorê ji holê rakin ligel hev hevkar bin.

Her wiha li hevdîtinê de behsa proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Êraqê hate kirin û herdu alî  ligel hev du di yek nirînê de bûn ku pêwîste kabîneya nû ya Hikûmetê li ser bingeha hevpariyek rasteqîne bê saz kirin û rêz li pêgeh û xwestekên rewa yên hemû pêkhatan bê girtin û proseya siyasî li  Êraqê li gor destûrê bê sererast kirin.

PUKmedia / Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket