Hemrîn: Pêşmerge ji 3 qolan ve êriş dikin

kurdistani 10:34 AM - 2014-08-31
Hemrîn: Pêşmerge ji 3 qolan ve êriş dikin

Hemrîn: Pêşmerge ji 3 qolan ve êriş dikin

Hêza pêşmerge û artêşa Êraqê êrişek berfireh kirin ser hewza Hemrînê û karîn çendîn gund ji terorîstan pak bikin.

Di vê derbarê de fermandeyekî meydanî yê hêza pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro 31/8/2014 danê sibehê hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê bi hevbeş ji sê qolan ve êriş birin ser navçeyên hewza Hemrînê û di encama wan êrişan de karîn çendîn gundên wê navçeyê ji terorîstan paqij bikin.

Got jî: Yek ji wan qolan navçeyên Uzêm û Hemrînê girtiye ber xwe û hêzên pêşmerge karîne çend gundekî ji destê terorîstên DAIŞ bistînin û her weha xalekî zor bihêz ji destê terorîstan derbixin ku hakimiyetê li ser bajarokê Silêman begê û Amirlî dike.

Her weha qola duyem jî xaçrêya Cebare û rêya Kifrî control kirinn û hêzên pêşmerge karîn gundê Hefriye û loqom ji terorîstan pak bikin.
Li qola sêyem jî karîn gundê Yengice û Selam û Xesedarî û dewrûberê wê ji terorîstan pak bikin.

Fermandarê pêşmerge ew jî ragihand ku niha şer û pevçûn berdewame û di encamê de ziyanekî zor ber terorîstan keftiye û çekdarên terorîst direvin.

PUKmedia/Omer Xerîb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket