Mela Bextiyar: Cihê terorîstan li Kurdistanê nîne
kurdistani 09:07 AM - 2014-08-31Mela Bextiyar: Cihê terorîstan li Kurdistanê nîne
Berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê Mela Bextiyar li malbenda rêxistinên Xaneqîn a YNK`ê îro şemiyê 30 / 8 / 2014`e ligel serokê hoz û êlên Ereb ên li parêzgeha Diyalane civiya, her wiha berpirsê malbenda Xaneqînê Şêrogo Mîrweys jî di civînê de amade bû.
Di hevdîtinê bal hate kişandin ser bi jiyana hevbeş ya di navbera pêkhateyan de li parêzgehê, ji aliyê xwe ve Mela Bextiyar bal kişand ser bi rewşa giştî ya Êraqê û bi teybet metirsiyên ku DAIŞ bi ser navçeyê ve çêdike û êrişên li dijî welatiyên sivîl pêk tîne, Mela Bextiyar di heman demê de çexit li ser wê yekê kir ku pêwîste li berember vê êrişa hov a terrorê bi ser netew û pêkhateyan de li Êraq û Kurdistanê bête rawestandin, ji ber ku welatiyên bê guneh dibine qurbana terora hov ya DAIŞ.
Bi rewşa Êraqê ve girêday ya her roj paşve diçe, berpirsê desteya kargêr Mela Bextiyar got: Çi berpirsên Şî`a bin an aliyên Sune bin dema dujmantiya hev kirin gelek şaştî kirin, di encamê de Dewleta Yesa nema karî dewletê birêve bibe û ji aliyekî din ve kîna ku hejmarek ji aliyên Sune di dilê xwe de hilgirtin rê da ku hejmarek ji Sune li dor DAIŞ kombibin.
Mela Bextiyar ji aliyekî din ve bal kişand ser bi êş û azarên di demên bihurî de bi ser gelê me de hatine û di vê çarçovê de da xuya kirin ku her çendê piştî ku rêjîma Sadam ket dujminatiya pêşmerge hate kirn û beşek ji artêşa Êraqê nehatin dîtin, hêzên pêşmerge amadene rû bi rû li dijî terorîstan rawestin û di rojên teng û zor û di demekê de ku hêzên çekdar ên bê bingeh ji hevketin û hilweşiyan hêza pêşmerge eşkere bû û derket holê.
Mela Bextiyar da xuya kirin ku divê şerî de ya li beşekî ji Êraqê û bi ser Herêma Kurdistanê de tê kirin, diyare ku hêzên pêşmerge û Herêma Kurdistanê xwedî piştevaniyeke mezinin a hêzên navdewletî ne û cexit kir ku: Cihê terorîstan li Kurdistanê nîne.
Mela Bextiyar di dawiya hevdîtinê de da xuya kirin ku divê hikûmeta pêş a Êraqê ji ezmûn û kêm û kurtiyên bihurî ders derxîne û bi ziravî destur cîbicîbîne û bike parêzvanê mafê hemû netew û pêkhateyên Êraqê.
PUKmedia/Pukpb
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19