Misir: Li 6 endamên Îxwan misilmîn cezaya bidarvekirinê hate birîn

kurdistani 03:58 PM - 2014-08-30
Misir: Li 6 endamên Îxwan misilmîn cezaya bidarvekirinê hate birîn

Misir: Li 6 endamên Îxwan misilmîn cezaya bidarvekirinê hate birîn

Dadgeha ceza ya Cîze ya Misrê îro derheqê Rêberê tevgera  Îxwan Misilmîn û 7 serkirdeyên din cezaya hetahatayî zîndan birî û li 7 endamên din ku di dagehê de ne amadebûn cezaya bidarvekirnê birî.

Malpêra Bawabet El-Ehram a Mirsê da xuya kirin ku dadgehê li her yek ji serkirdeyên Tevgera Îxwan Misilmîn Mihmed Bedî, Mihemed Beltacî, Îsan Eryan, Safwet Hîcazî, Husnî Enter, Îsam Receb, Mihmed Cûma û Besêm Ewde siza ya hetahatayî zîndan birî, her wiha li 7 kesên ji serkirdeyên Tevgerê û bê ku ew di dadgehê de amadebin, sizaya  bidarvekirinê birî.

Dadgeha ceza ya Cîza kaxezên  bi darvekirina her yek ji Rêberê komela Îxwan Misilmîn Mihmed Bedî, Mihemed Beltacî, Safwat Hicazî û Besêm Ewde  bi tev 10 kesên din ji endamên tevgerê di 16 / Hezîranê de rêkirin ba muftiyê Ezher ka derbarê cezaya li hatî birîn nirîna xwe  diyar bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket