Biryara Emerîka ji lêdana DAIŞê li Sûriyê: Nêrînên Gel

kurdistani 11:05 AM - 2014-08-29
Nivîskar Delîl Mihemd Hesen

Nivîskar Delîl Mihemd Hesen

Nêrînên cûda li ser vê mijarê hatin dayîn. Ev dû salin gelê me yê Kurd li Rojava li hemberî van çeteyan berxwedide, lê qet kesî gazinca hawara gelê me nedikir, û tu caran me serê xwe li hember van çeteyên DAIŞê netewand.

Dewletên ku di bin masê re alîkariya DAIŞê dikirin li hemberî gelê me îro di metirsiyeke pir mezin de dijîn, ji ber metirsiya DAIŞê, sînorên Sûriyê derbaskir û êdî li deriyê wan didê. Lewma em dibînin hêzên navnetewî û di serî de Emerîka di nav tevgerekê de ne.

Her çiqas gilî û qazincên opozisiyona Sûriyê ji bo mudexelyeke esmanî hebana jî Emerîkayê ew gazinc têkdişkandin, lê îro em dibînin hazirtiya xwe ji bo lêdana DAIŞê dikê. Hinek ji xelkê me yê Kantona Efrîn dibêjin ew bi va lêdanê re ne, madem armanca wê pûçkirina DAIŞê ye. Pir kes dibêjin ji bo ev lêdana esmanî cihê xwe bigire û bi encam be divê hevahengiyek bi hêzên li ser erdê re were çêkirin.

Emerîka hîna nêrîna xwe li ser YPG bi awayeke fermî zelal nekiriye, û weke em dizanin piraniya sînora herêmên kurdî li Sûriyê bi herêmên di bin kontrola Daişê de re grêdayî ye, ango hevahengiyek bi YPGê re pêwîste.

 Divê ev lêdan tenê cih û deverên ku Daiş lê heye armanc bigire, anjî divê Amerîka mudaxeleya rewşa hundirîn a li Sûriyê yê di nav şer de nekê û piştgiriyê nedê tu aliyan li ser hesabê aliyên din û bi taybetî komên radîkal.

Eger bike jî divêbi zanebûn be, hin kes jî dibêjin ku divê ev lêdan asta lêdana asmanî derbas neke ji ber ew li dijî mudaxeleya li ser erdê ne û rewşa Iraqê weke mînak didin nîşan.Metirsiyên gelê me ji lêdana nuqteyên sitracêtîk yên YPGê di bin navê "şaşêtiyê" de heye.

 Gelek kes jî dibêjin eger Turkiyê bi awayekê aşkere an veşartî beşdarî va lêdanê bibê ewê li dijî wê derbikevin. Weke em dibînin xelkê me va biriyara Amerîka ji lêdana asamanî li Daişê bi dilekî nerihet dinirxînin.

Delîl Mihemed Hesen

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket