Erdogan..Serokkomarê 12 a komara Tirkiyê

kurdistani 04:16 PM - 2014-08-28
Erdogan..Serokkomarê 12 a komara Tirkiyê

Erdogan..Serokkomarê 12 a komara Tirkiyê

Receb Tayîb Erdoxan ê di hilbijartinên10 Tebaxê ya serokkomariyê de li Tikriyê bi serket îro piştî belgeyên serkeftina xwe bi fermî wergirt, îro li pêşberî Parlemanto sûnd xwar.

Erdogan a îro hate Parlemantoya Tirkiyê ji aliyê parlemanterên Partiya xwe ve AKP`ê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin û hemû parlemanterên AKP`ê di dema pêşwazî li Erdogan kirin rabûn serxwe, lê parlemanterên HDP û MHP`ê ne ji Erdogan re dan çebkan û ne jî rabûn serxwe.

Her wiha beriya ku Erdogan sûnd bixwe parelemanterên ser bi CHP`ê ve û ji ber ku Cemîl Çîçek rê neda yek ji xalên desurê ya bi Serokkomariyê ve girêdayî di parlemanê de bête goftûgo kirin, peywera navxwey a Parlemanto avêtin û ji hola Parlemanê vekşiyan,Serokê Parlemanê  Çîçek ji aliyê xwe ve got: Eger hun li dij bin yan hun vekşên jî dê serokkomarê hilbijartî sûnd desturî bixwe.

Erdogan piştî ku sûnd xwar berê xwe da gora dameznînerê komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk û dê îro piştî nîvro  beşdarî merasîma wergirtina serokkomariyê ji serokê berê Ebdulah Gul bibe.

PUKmedia /Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket