Li Ewropa DAIŞ hat şermezarkirin

kurdistani 09:40 AM - 2014-08-27
Li Ewropa DAIŞ hat şermezarkirin

Li Ewropa DAIŞ hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn çeteyên DAIŞ ên êrîşî Şengal û Rojava dikin şermezar kirin. Li bajarê Draguînan ê Fransa meşek hat lidarxistin. Li bajarê Bochum ê Elmanya, bi Serokê Koma Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) û Wezîrê Aboriya Federal Sîgmar Gabrîel re hevdîtinek pêk hat. Li bajarê Wesel jî konê agahdarkirinê hat vedan.
DRAGUIGNAN
Li bajarê Draguîgnan ê Fransa bi meşekê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Şengal û Rojava hatin şermezarkirin.
Di meşa ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn, dirûşmayên ,“Bijî berxwedana YPG”, “bimire DAIŞ” hatin gotin. Di meşê de ji bo cîhan li hemberî komkujiyên DAIŞ û kiryarên wan bêdeng nemine bang hatin kirin.
BOCHUM
Li bajarê Bochum ê Elmanya jî Hevserokê Komaw e. v. Mustafa Bîrhîmenoglu jî di nav de heyeta Kurdistaniyan bi Serokê Koma SPD û Wezîrê Aboriya Federal Sîgman Gabrîel re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtina ku 20 deqeyan dewam kir de hat xwestin ku Elmanya alîkariyên însanî bide Mexmûr, Şengal û Rojava.
WESEL
Li bajarê Wesel ê Elmanya bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ li navenda bajêr saet di navbera 10.00 û 17.00’an de çalakiya kon destpê kir.
Jin û ciwanên Kurdistanî li kon der barê êrîşên çeteyên DAIŞ de raya giştî agahdar dikin. Li aliyê din jî xwarinên çêdikin bi armanca piştgiriya bi gelê Şengalê re difiroşin.
Çalakiya di pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Wesel de tê lidarxistin di çarçoveya kampanya Meclîsa Jinên Êzidî de tê lidarxistin.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket