Obama destûra şerê li dijî DAIŞ`ê li Sûrîyê jî da

kurdistani 11:58 AM - 2014-08-26
Emerêka û lêdana DAIŞ`ê li Sûriyê

Emerêka û lêdana DAIŞ`ê li Sûriyê

Piştî ku rewşa ewlehiya Êraq û Herêma Kurdistanê ji ber êrişên çekdarên DAIŞê rastî metirsiyên mezin hatin, Emerîka bêdengiya xwe li hemberê şikand û dest bi şandina bêhtir ji 300 karşinasên leşkerî û pispor bo Êraqê kir û bêhtir ji 150 jî şand Herêma Kurdistanê tako rewşa ewlehiyê û liv û tevgera çekdarên DAIŞ`ê ji nêzîk ve bişopînin û pîlanên guncaw jê re amade bikin.

Her weha di encama êrişên tund yên DAIŞ`ê li dijî navçeyên Kurdî û dagîrkirina Şengal û nêzîkbûna li bajarê Hewlêr, serokê Emerîkayê, biryara lêdana bingeh û çeperên DAIŞê de, lê li hemberî wê biryarê jî, DAIŞ`ê rojnamevanekî Emerîkî serjêkir û gef li Emerîkayê kir ku eger wiha berdewam be, wê rojnamevanê din jî serjê kin û wê agir bi berjewendiyên Emerîkayê xin.

Ji bo bêhtir li ser wê rewşa dawî û biryara ku serokê Emerîkayê li ser pişkinîna ezmanî li dijî cihên DAIŞ`ê daye li gor nêrîna çavdêrên siyasî yên  Kurd çiye û çawa dinirxînin.

*Rojnamevan û şirovekarê siyasî Robîn Reşvan ji Washingtonê paytexta Emerîkayê ji bo PUKmedia`yê ragihand ku firînên çavdêrî û lêgerînê ji aliyê firokeyên cengî yên Emerîkayê li ser Sûriyê pir başe û erênî ye.

Reşvan aşkire kir ku erkên firokeyên pişkinînî yên ku wê li ser Sûriyê re bifirin sebî naskirina cihên sereke yên DAIŞ`ê li Sûriyê ne, wê ka bizanin DAIŞ li ku ne, ango wê ji bo komkirina hawalgeriyê li ser liv û tevgera DAIŞ`ê bikin û wê bişopînin û pişt re jî wê lêxin..

Rojnamevan Robîn dide xuyakirin ku ew biryar ji bo aramiya navçeyê pir girîng e û Emerîka nerîna xwe li ser kiryarên DAÎŞ`ê li Sûrîyê tîne asteke berbiçav tegiheştinek amade bûye ku DAÎŞ gefeke cîhanî ye û gerek e û wê Sûrîye jî di nav vê planê de hebe.

Rojnamevanê Kurd, di berdewamkirina axiftinên xwe de,  ji PUKmedia`yê re dide aşkirekirin ku di planameya Emerîka li Sûriyê, hêza Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê jî heye, ji bo hevpariya li dijî DAIŞ`ê, navê hêza YPG jî derbaz dibe, ango Emerêka wê wek hevpar pê re bixebite. zatî van demên dawî de, gelek nivîs derdikvin ku YPG dipesînin Her weha di derbarê medya Amerîkî de, ew biryar ji bo YPG jî dikane firsendên girîng derxe holê.

*Hevserokê Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed jî di barê biryara Obama de nêrîna xwe bi zelalî ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û got: Rêxistina Xîlafeta Îslamî ya DAIŞ`ê metirsiyeke mezin li ser hemû navçeyê bi berdewamî heye û ew rêxistin ti sînorên li gor fermiyeta navnetwî nasnake û rewabûna navnetewî jî napejirînin û wiha nêzîk dibin ku paniya lingên hespên wan gihîştin ku derê her derin û naskinin.

Ebdulselam di barê şerkirina li hemberî DAIŞ`ê de got: Bila Civaka Navdewletî baş bizane ku em xwedî hêzeke pir bilîmetin li dijî hêzên tarîk şer dikin û em digel avakirina eniyekî navnetewî ne ji bo nehîştina vê nexweşiyê ji holê rakin û ew rêxistin têknaçe bi bê têkdana cih û baregehên wan li Sûriyê.

Hevserokê Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê parêzer Ebdulselam Ehmed di dawiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re got: Dibe ew lêdana DAIŞ`ê bi hemahengîkirin digel hêzên Yekîneyên Parastina Gel bibe ew hêzê ku ji tevayî cîhanê re xwe selmand ku li gorî çekên kêm jî dikarî dirka tarîkan bişkîne.

*Her weha ji aliyê xwe ve, siyasetvan û nivîskar Ehmed Qasim jî li ser biryara Obama bo firîna firokeyên cengî li ser Sûriyê li mdijî DAIŞê ji PUKmedia`yê re  wiha anî ser ziman û got: Bê guman Emerîka biryar girtîye wê bidê şopî DAIŞ`ê li her cîyekî stratîcîk ku jê re dibê baregeh û qişleyeke çekdarî.. Ev biryar pêşî hefteyekî hatibû standin ku balefirin Emerîka ti sînor jê re tunene di êrişên li dijî Daişê..

 Qasim di berdewamiya axiftina xwe de, dazanîn ku a niha guftogoyên cidî hene ku ew û rêjîma Sûrî bighêne girêbestekê ji bo tevkarîya li dijî DAIŞ`ê, tevî ku hevrêzîya istîxbaratî di nav wanda hene ji berî 3 hefteyan de li ser liv û tevgerên DAIŞê..

Siyasetvan Ehmed Qasim di barê lêdanên ezmanî û zemînî de li dijî DAIŞ`ê, dibêje: Bawer dikim di rojên pêş de, wê tiştên berçav aşkere bibin ku nedihate bîrê tu kesan, piştî lêkolînvanên Emerîkayê tekez kirin ku tenê bi lêdanên bi balefiran DAIŞ`ê tuneyî nakê, pêwîste karekî leşkerî li ser zemînê jî li dijî DAIŞ`ê  rû bidê, di demekî de ku DAIŞ`ê buye talûke û metirsî li ser navçeyê û berjewendîya Emerîkayê..

Di derbarê erêkirina rêjîma Sûrî de jî li ser pîlanên Emerîkayê, Qasim wiha pê de çû û got: Bawer dikim rêjîma Sûrî jî li ser zimanê Welîd Elmuelim erê kirîye ji hevkarîyeke navdewletî re bo şerekî li dijî DAIŞ`ê.. Di hefteyên werê de bawer dikin wê gelek tişt li ser zemînê werne guhertin.

*Her di heman barê de, serokê Partiya Aştî û Demokrasî ya Kurd li Sûriyê Telal Mihemed jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku ez bawer im ku serokatiya Emerîkayê texmîn nedikir ku rêxistina DAIŞ`ê bi vê lezgînî berfereh bibe û li gorî zanyariyên li cem wan ku tekez dikin ku lêdana DAIŞ`ê tenê li Êraqê hebûna DAIŞ`ê bi dawî nake.

Telal Mihemed di berdewamiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re got: Ji ber wê yekê, tê texmînkirin ku Emerîka wê di hundirî axa Sûriyê de, dest bi lêdana cih û baregehên DAIŞ`ê bike û bi taybet metirsiyên vê rêxistinê li ser welatiyên Emerîkî jî heye.

Mihemed di barê êrişên Emerîkayê de wiha nêrîna xwe tîne ser ziman: Ez bawer nakim ku lêdana bingehên DAIŞ`ê di Sûriyê de weke ya li Êraqê bi awayekî berferehtir na be. Bawariya min ew e ku wê lêdan bi riya firokeyên bê firoke be û ez dûr nabînim ku wê alîkarî û piştgiriya hêzên Kurdî yên ku niha li dijî DAIŞ`ê dicengin bike "Yekîneyên Parastina Gel" (YPG), ji ber ku ev hêza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek hêzeke piyadeyî ya ser zemînî serke ye ku li hemberî DAIŞ`ê bicenge.

Li gor nêrîna çavdêrê siyasî endezyar Ziyad Mihemed Sîdo ku ji PUKmedia`yê re daxuyanî deye: Eger Emerîka destê xwe bide hêza kurdan li Sûriye, wê gelek başe bibe. Û eger balafirên xwe li ser Sûriye, li dijî rêjîmê û SAIŞ`ê bikar bîne wê dîsan pir baş be.

*Ziyad Sîdo di derbarê YPG`ê de jî wiha nêrîna xwe bi sadeyî anî ser ziman û got: Ez bi hêvî me ku Emerîka destê xwe bide YPG`ê wê demê ti kes û alî tuneye ku li hemberî pilannameya Emerîka li dijî DAIŞ`ê bisekine an jî rêgirî bike ji ber ku YPG`ê îro hêeke Kurdî rewa ye û hemû navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê diparêz e.

Endezyarê Kurd Ziyad Mihemed Henan Sîdo di barê girîngiya Emerîkayê de jî aşkire dike ku Emerîka hêzeke mezin û girîng di nave û cîhanê de ye û dibe em bikin dostê xwe û belkî serok Obame hewlî derxistina PKK1ê jî ji lîsteya reş ya terorê.

Di derbarê biryara serokê Emerîkayê ji bo lêdana DAIŞ`ê di Sûriyê de, rojnamevan û çavdêrê siyasî yê Kurd Zekî Şêxo jî,  ji PUKmedia`yê re ragihand:"Eger hat û Emerîka ew yek li dijî terorîstan pêkanî, divê ku beriya her tiştî, di nava hevbendiyê de be, bi taybetî digel ew hêzên ku li dijî wan di tekoşînê de ne û di serî de jî, hêzên Yekîneyen Parastina Gel YPG-YPJ`ê, çi pêwîste bo wan hezan pekbîne, bi taybet di warê çekan de".

Zekî Şêxo di axiftina xwe de, berdewam kir û aşkire kir ku dibê ku Emerîka rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin bike dako ew welat modêla xweseriye bike hêz û pirojeya çareseriyê bi kirîza wî welatî ku cihê terorîstan û kedxwaran û dîktatoran, tê de tunebe û ew welat ber bi aramiyê ve gavên piraktîkî bavêje.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket