Li dibistanên fermî yên Swîsreyê qursên ziman tê dayîn
kurdistani 09:58 AM - 2014-08-26Li dibistanên fermî yên Swîsreyê qursên ziman tê dayîn
ZURICH- Li Swîsreyê di sala hîndekariyê ya 2014-2015'an de wê li dibistanên fermî qursên ji ziman û çanda Kurd bên dayîn. Ji van qursan ne tenê zarok, wê mezin jî karibin jê sûdê werbigirin.
Ev pêkanîn ji aliyê "Komeleya Hîndekariya Kurdî-Verein für Kurdisch Unttericht" a li Swîsreyê kar dike, dikeve meriyetê.
Komeleya hîndkariyê da xuyakirin ku amadekarî û qeydên pêwîst hatine kirin û ragihandin ku malbat dikarin heta nava meha Îlonê serî li dibistanên nêzî mala xwe bidin û qeydê çê bikin. Komeleyê der barê dibistanên lê kûrs bên vekirin û dema destpêkirina perwerdeyê de ev agahî da:
1-Dibistana Längi-Basel: roja înê êvarî 29.08.2014 saet 17:00-19:00
2-Li Navenda Kurd a Basel: roja sêşemê 16.09.2014 saet 18:00- 19:30 du qurs di heman demê de ji bo kesên qet nizanin û ji bo kesên dixwazin kurdiya xwe li pêş bixin (02.09.2014) wê cuda cuda were dayîn û ji bo zarokên van kesan wê di heman saetê de muzîk û lîstik werin şanîdan. Bi vê sedemê kesên dixwazin dikarin bi malbatî tev li van her du qursan bibin.
3- Dibistana Guggenbuhl-Winterthur : roja şemiyê 30.08.2014 saet 10:00-12:00 ji bo zarokên 4 heta 14 salî wekî sê koman dersê bibînin. (komek 4 heta 6 salî, du kom ên 7-12 salî)
4- Dibistana Walenbach-Wetzikon: roja çarşemê 27.08.2014 saet 13:30-16:00 ji bo zarokên 4-14 salî
5- Dibistana Mettlen-Opfikon: roja şemiyê 30.08.2014 saet 14:00-16:00 ji bo zarokên 4-14 salî
6- Dibistana Auzelg-Zurich: Refa destpêkê Asta yekemîn: roja şemiyê 30.08.2014 saet 10:00-12:00 ji bo zarokên 4-5-6-7 salî
7-Dibistana Auzelg –Zurich: Refa asta duyemîn: roja şemiyê, 30.08.2014 saet 10:00 – 12:00 ji bo zarokên 7-14 salî
8- Dibistana Auzelg – Zurich: Refa asta sêyemîn: roja şemiyê, 30.08.2014 saet 10:00-12.00 ji bo zarokên 9-14 salî
9- Li Navenda Kurd a Bernê: Piştî Festîwala navnetewî ji bo zarokan, roja înê
10- Li navenda Kurd a Bielê: Piştî Festiwala navnetewî ji bo zarokan, roja şemiyê
11- Li Quartierhaus Zurichê: Ji bo kesên gihiştî û yên biyanî, roja çarşemê saet 19:00-21:00
12- Li Navenda Kurd a Zurichê ji bo kesên gihiştî û ciwanan asta destpêkê: Roja pêncşemê saet: 18:00- 20:00
13- Li Navenda Kurd a Zurichê ji bo berendamên mamostehiyê roja duşemê saet 18:30-21:30
Bi vê sedema destpêkirina sala hîndekariyê ya 2014-2015an Komeleya Hîndekariya Kurdî ya Swîsre da diyarkirin ku li tevahiya Swîsre bi awayê 13 refan wê hîndekarî were meşandin û di vî karî de 6 mamoste û 12 şagirtên berendamên mamostehiyê hatine erkdarkirin. Her wiha bang li Kurdên li Swîsre dijîn hat kirin ku zêdetir girîngiyê bidin ser zimanê dayikê û zarokên xwe bînin dibistana kurdî bi xwe jî tev li hînbûna kurdî bibin.
Wekî din hat diyarkirin ku ji bo agahîgirtin, xweqeydkirin û fêrbûnê dikarin ji malpera fermî ya Komeleya Hîndekariya Kurdî www.zimanekurdi.org sûd bigrin.
PUKmedia-Anha
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25