Berpirsê PYD`ê ya Efrînê: Armanca DAIŞê li dijî tevayî gelê Kurd e

kurdistani 03:52 PM - 2014-08-23
Berpirsê PYD`ê li Efrînê Es`ed Menan

Berpirsê PYD`ê li Efrînê Es`ed Menan

Berpirsê Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD)ê Ese`ed Menan di hevpeyvîneke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku Armanca wan ne herêmeke an partiyeke. Armanca wan gelê kurd e.

Di hevpeyvîneke taybet de, berpirsê Partiya PYD`ê li kantona Efrînê, li ser rewşa dawî li Efrîn û Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê jî şiroveyên xwe tîne ser ziman. Di wê hevdîtinê de, rewşa yekrêziya gelê Kurd û aliyên siyasî û her weha li ser tirajîdiyeta li Şengalê û girêdana Kongireya Netewî ya Kurdistanê bi awayekî sade û zelal dide xuyakirin.

Xwendevanên hêja yên PUKmedia`yê evê li xwerê deqa hevpeyvîna PUKmedia`yê bi berpirsê partiya PYD`ê ya Efrînê rêzdar Es`ed Menan Hesen ne.


PUKmedia: Hûne rewşa dawî ya li Rojav û Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin.?

Es`ed Menan: Îro mera nikarê rewşa Kurdistanê jihevdû cuda binirxîne, hêzin mirinê, hêzên tarî, êrişî kurdan dikin, ji Efrînê heya Kerkûkê. Armanca wan ne herêmeke an partiyeke. Armanca wan gelê kurd e.. Bihara gelê ereb bû zivistan, şoreşa gelan li rojhilata navîn têkçû. Hêzên kevineperest û yên paşverû derketin meydanê, tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi serket, ji hemû aliyan de.
Li ser bingeha biratiya gelan, hemû pêkhatiyên Rojava li gel hevdidjîn û xwe birêve dibin. Gelê Kurd peymana Saykis-Bîko bidawîkir û sînor çirandin. Îro gelê kurd yê herî dînamîke û amedeye ku guhartina pêkbîne.


Avakirina rojhilata navîn ya nû, bê kurdaN Pêknayê. Gelê kurd pêlana hêzên serdest tevlî hev kir. ji bo vê hemû hêzên navnetewî bêdengin li hember êrîşên hovane û qirêj li ser gelê kurd.

PUKmedia:   Gelo armanca DAIŞ`ê ji şerê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê çiye û kî li pişt wê pîlanê ye.?


Es`ed Menan: Armanca DAIŞê ku dewleta Xîlafeta Îslamî li Êraq û Sûrê li herêmên suniyan ava bike. Ji bo ku ev dewlet derfetên jiyanê bidestbixe, herêmên kurdî dike armanc. Ji ber ku herêmên kurdî zengîne bi petrol-çandinî-av…
Yên ku destek didin pîlanên daişê hêzên îstîxbaretê hinek dewletên serdest yên navnetewî û hinek dewletên herêmî û şovenîsma erebî yê behsî û kowalisyona Sûrî û mixabin hinek kurd yên ku li dIjî şoreşa Rojava dixebitin.
 
PUKmedia:  Ev sê salin li Rojavayê Kurdistanê xelkê me xwe ji êrişên çeteyan diparêze û liberxwe didin, gelo sedema wan serkeftin û destkeftan çi bûn..?

Es`ed Menan: Sedema serkeftina şoreşa gelê rojava yê Kurdistanê ,di serî de şopandina siyaseta rast ya xeta sêyemîn, ne rêjîm, ne jî opozisyona şoven yê ku kurdan qebûl nake. Yê duyem jî avakirina Yekîneyên Parastina Gel –YPG û YPJ--- yê sêyemîn jî avakirina Rêveberiya Xweserî ya Demokratîk bi hemû pêkhatiyên Rojava re.

PUKmedia:  Gelo çi aliyek an dewletekî alîkariya hêzên YPG`ê an jî gelê Kurd li hemberî şerê DAIŞ`ê kir.?


Es`ed Menan: Ne xêr ne tu aliyekî û ne tu dewletekî alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê ne kiriye, ji bilî gelê kurd bi xwe li seranserî Kurdistan û li dervayî welat .
PUKmedia:  Niha rewşa Kantona Efrînê ji aliyê parastin û aborî û jiyanî ve çawaye:?

Es`ed Menan: Rewşa Kantona Efrînê di aliyê parastinê de zor başe, hûn dizanin ev bêtirî du salin piraniya ketîbeyên di bin navê Artêşa Azad de û ketîbeyên gropên Îslamî wek Eniya-Elnusre û DAIŞê, êrîşî Kantona Efrînê kirin. Lê rû bi rû li beranberî berxwedaniya dîrokî ya YPG û YPJ hemû têkçûn.
Ji aliyê aborî ve, Kantona Efrînê dorpêçkiriye ji hemû aliyan ve, ji bakur ve dewleta Turkiyê xendekên şermê dikole û guleyan ber dide ser sivîlan, ji aliyê din ve, jî grupên çeteyên bi ser opozisyonê çember li ser kantonê kirine, gelek bi zehmet çûndin û hatin heye, zatin alîkariya saziyên navnetewî ne gihêştine kantonê, tevlî ku bi deh hezaran gelê ereb jî koçberî kantonê bûne. Gelê Efrînê çandiniyê bi Pêşdixe û li berxwe dide.

PUKmedia: Gelo rewşa xelkê kurd û yên penaberên ji neteweyên din ku reviyane Efrînê di asta Kantona Efrînê de çiye..?

Es`ed Menan: Penaberên ku hatine Efrînê ji gelê erebin , gelê Efrînê li ser bingeha biratiya gelan nanê xwe bi wan re parve dike.

PUKmedia:   Hûn ketina DAIŞê ji Şengalê re û pêkanîna komkujî û revandina jin û keçên Kurd re çawa dinirxînin..?

Es`ed Menan: Ketina DAIŞê, ê ji bo Şengalê ji bo gelê me yê Êzîdî fermana-74-ne ,qirkirina gelekî ye û cînusayde. Firotina jinên kurd û Turkmen û Xiristiyan li sûkên Mûsilê tiştê herî xerabe di sed sala-21`an de.

PUKmedia:  Di vê dema hestyar de, dibe aliyên siyasî yên Kurdistanî çi bikin tako ew metirsîya li ser gelê Kurd nemîne.?

Es`ed Menan: Divê ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî bi awayekî lezgîn Kongira Netewî ya Kurdistanî li darbixin û desteya serokatiya Kurdistanê were hilbijartin ku karibe hemû hêzên Kurdistanî—HPG-YPG-YPJ-YJA-Star û Pêşmerge- HRK-bîne cem hev û Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku Şengal bi keve Hewlêr jî wê bikev e.

PUKmedia:   Serokê Emerîka Barak Obama daxuyankirin ku eger DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bibe wê lê bide.. Hûn vê yekê çawa dibînin.?

Es`ed Menan: Li cem Barak Obama Hewlêr tenê Kurdistane, Şengal-Zimar-Kobanê, ne Kurdistane. Gelê kurd yeke, ev xopandine perçekirina kurda ye. Ma ne DAIŞê bi çekên Obama êrîşî kurdan dike.

PUKmedia:    Banga we ji rewşenbîr û xebatkarên Kurd re çiye..?

Es`ed Menan: Rewşenbîr wîjdana gelane, di vê dema dîrokî de, dibê her rewşenbîrek êş û berxwedana gelê xwe binivsîne û parastina gelê xwe bike. Yan jî pênûsa xwe bişkîne û bêje ez ne rewşenbîr im.

PUKmedia:  Axiftin û nêrîna we ya dawî ji xwendevanên PUKmedia`yê re çiye?

1Es`ed Menan: Ev roj roja yekîtiya kurdane, dive ku em destê xwe bihevdin û  rûpelekî nû vekin, ji bo ku em sedsala 21 ê bikin sedsala serkeftina doza kurdî.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket