Babil..Di encama êrişên balafiran 29 terorîst hatine kuştin û bê bandor kirin

kurdistani 05:36 PM - 2014-08-21
firokên Êraqê

firokên Êraqê

Jêderekê ji polîsê parêzgeha Babil ragihand ku şer û pevçûnên li devera Cirf El-Saxir û bomberdona balafiran de 29 çekdarên rêxistina terorê DAIŞ hatine kuştin.

Jêderê îro pêncşemê ji PUKmedia yê re axivî û ragihand ku: Balafirên şer ên Êraqê îro piştî nîvro li dijî wargehên rêxistina terorê DAIŞ li devera Cirf El-Saxir êriş pêk anîn û di encamê de 19 terorîst hatine kuştin û 10 birîndar ketin,her wiha çend bareghên rêxitina terorê hatin rûxandin û du otombêlên bi çek hatin rûxandin.

PUKmedia / Ehmed Îbrahîm / Babil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket