Hêro Îbrahîm Ehmed serdana serngerên pêşmerge dike

kurdistani 05:15 PM - 2014-08-21
Hêro Îbrahîm Ehmed serdana serngerên pêşmerge dike

Hêro Îbrahîm Ehmed serdana serngerên pêşmerge dike

Bi mebesta piştevaniyê li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bike û rola wan di parastina asayîş û aramiya Kerkûkê de bilind binirxîne, Xato Îbrahîm Ehmed bi tev hejmarek ji serkirde û endamên polîtburoya YNK`ê,li başûrê bajarê Kerkûkê serdana serngerên şer ên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Fermandarên hêzên pêşmerge yên li ser sînor xweşhaliyê bi serdana Xato Îbrahîm Ehmed derbirîn û ew serdan bi piştevaniya mezin nirxandin.

Di dema serdanê de Xato Îbrahîm Ehmed serdana her ji baregeha odeya operesyonan a başûrê Kerkûkê û baregeha malbenda rêxitinên YNK`ê li Kerkûkê kir û ji aliyê parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedî Kerîm û berpirsê malbenda rêxistinên YNK`ê li Kerkûkê pêşwazî lê hate kirin, Xato Îbrahîm Ehmed ji aliyê xwe ve rola hêzên pêşmerge di parastina Kerkûkê de berz nirxand.

Derbarê serdanê de Xato Şanaz Îbrahîm Ehmed jî da xuya kirin ku serdana wan bi mebesta piştgirî li hêzên pêşmerge derbirîn hate arê.

Fermandarê odeya opereyona başûrê Kerkûkê Wista Resûl ji aliyê xwe ve bi PUKmedia yê got: Serdana berpirsan bo hêzên pêşmerge, pêşmergeyan wêrektir û bi hêztir dike, weku fermandar, efser û hêzên pêşmerge em serdana Xato Îbrahîm Ehmed bo hêzên pêşmerge li sengerên şer li Kerkûkê berz dinirxînin.

Wista Resûl har wiha ragihand ku; Ji niha û pişt ve sengerên pêşmerge li Kerkûk bi hêztir dibe û ji bo dabînkirina asayîş û aramî bo civaka Kurdistanê bi giştî û niştecihên Kerkûkê bi teybet, şev û roj xwe bi ser heve dikine yek.

PUKmedia / Umer Xerîb / Kerkûk

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket