Lûleya petrola Kurdistanê dîsa dest bi kar kir

kurdistani 03:53 PM - 2014-08-21
Lûleya petrola Kurdistanê dîsa dest bi kar kir

Lûleya petrola Kurdistanê dîsa dest bi kar kir

Jêder û berpirsên pêşesaziya petrolê yên Trik ragihand ku hinardekirina petrola xav a Herêma Kurdistanê bi riya lûleya Kurdistanê  berve Tirkiyê ve, îro pêncşemê dîsa dest pê kir û bi hêza pompekiria 200 hezar varêl di rojê de kar dike.

Yek ji jêderên çavdêr got: Sîstem hate teqî kirin û bejrandin, pompekirina petola xav bi rêjeya 200 hezar varêl di rojê de dîsa destpê kir.

Lûleya hinardekirina petrola xav a Kurdistanê berve Tirkiyê û ji wir ve berve cîhanê ji dest vê sale de destpê kir, ev lûle rê dide Kurdistanê bi serê xwe petrola xav ji kombîrên Taqtaq rêke bendara Ceyhan a Tirkiyê û ji wir ve berve welatên cîhanê ve hinar de bike.

Heman jêderan da xuya kirin ku çav li rê ye di hefteya pêş de 220 varêl pête pompekirin û pişt re di rojê de 250 hezar varêl di rojê de bête hinardekirin.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha 7.8 milyon varêl ji petrola Kurdistanê bi riya xêza lûleya serbixwe berve Tirkiyê ve hate rêkirin, jê 6.5 milyon varêl hate barkirin û hinardekirin.

PUKmedia  / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket