Hêzekî malbenda Musilê 3 çekdarên DAIŞ destgîr dikin

kurdistani 02:18 PM - 2014-08-21
Hêzekî malbenda Musilê 3 çekdarên DAIŞ destgîr dikin

Hêzekî malbenda Musilê 3 çekdarên DAIŞ destgîr dikin

Hêzekî ser bi malbenda Musilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dewrûberê bajarokê Giwêr 3 çekdarên DAIŞ ku xwe jibo encamdana karê terorîstî li dijî hêzên pêşmerge amade kiribûn destgîr kirin.

Jêderekê ji malbenda Musilê a YNK ji PUKmedia`yê re ragihand ku: 3 roj berya niha hêzekî malbenda YNK li Musilê ku ji hejmarek kadir pêk hatine piştî lêgerîn û pişkînînan karîne 3 çekdarên DAIŞ li dewrûberê bajaroka Giwêrê a ser bi qeza Mexmurê destgîr bikin ku di bernameya wan de hebû çendîn karên terorîstî li dijî hêzên pêşmerge encamp bidin.

Jêderê got: Ew sê çekdarên DAIŞ bi regez erebin û xelkê Musilê ne û temenê wan di navbera 17 – 23 salan de ye û li xwe mukir hatine ku di bernameya wan ziyan gîhandina bi hêzên pêşmerge û çendîn kiryarên terorîstî hebûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket