Êraq: 15 hezar dilxwaz li dijî DAIŞ tevlî artêşê dibin

kurdistani 02:03 PM - 2014-08-21
Êraq: 15 hezar dilxwaz li dijî DAIŞ tevlî artêşê dibin

Êraq: 15 hezar dilxwaz li dijî DAIŞ tevlî artêşê dibin

Hat ragihandin ku 15 hezar dilxwazên ji eşîran ên li Enbarê biryar dan ku li dijî rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Êraqê (DAIŞ`ê) ji bo piştgiriyê dê tevlî artêşa Êraqê bibin.

Serokê encûmena Enbarê, Sabah Kerhût ji ajansa Anadolê re ragihandiye ku : "Wezaretên parastin û karên nevxweyî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê destûr da ku 15 hezar kesên dilxwaz tevlî artêşê bibin.

Kerhût destnîşan kir ku ew kesên ku tevlî artêşê bibin yê alîkariyê bidin artêşê, ji bilî DAIŞê jî ewê li dijî komên çekdar jî dê têkoşînê bidin.
Serokê encûmena Enbarê got: "Yekîneyên dilxwaz ê piştî avakirina hikûmeta nû dê tevlî artêşê bibin."

Hêjayî gotinê ye ku ev demek e li welêt tevlihevî heye û ji ber vê jî komên çekdar ên di pêşîkêşiya DAIŞê de Misûl, Tikrît, Bakuba, Telafer û El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hedîse yên navçeyên Enbarê bi dest xistibûn. Her weha ji ber şer û pevçûnan jî bi hezaran kesî cih û warên xwe terk kirin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket