Li Cez`ayê 140 çekdarên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 12:30 PM - 2014-08-21
Li Cez`a 140 çekdarên DAIŞ hatine kuştin

Li Cez`a 140 çekdarên DAIŞ hatine kuştin

Navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku di şerê ku ev 3 rojin li herêma Cezaa`yê dom dike de, heta niha 140 çete hatine kuştin û 15 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe jidest dane.  

Navenda çapemeniya YPGê derbarê şer û pevçûnên li herêma Cez'ayê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê di şeva 19’ê tebaxê de ji gelek aliyan ve bi çekên giran êrîşî herêma Cez`a, Bêgara, Hemadan, Zerga û Arcê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye ku çeteyan ji aliyê Dêra Zor û Holê gelek hêz û çekên giran anîne herêmê û wisa êrîş kirine û ev 3 rojin di serî de li Cez`a û Bêgara li hemû xetan pevçûnên dijwar û di nav hev de tên jiyandin.

YPG ragihandiye ku: Di şerên derketine de, derbeyên mezin li çeteyan hatine xistin. Di van pevçûnan de hêzên me 140 çeteyên hatine kuştin, tespît kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de 15 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Her weha şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin.

Ji aliyekî dine ve jî li gor daxuyaniya navenda çapemeniya YPG de hatiye gotin ku di navbera gundên Maqla û Arbaîn de konvoyek çeteyan hedef hatiye girtin û di encamê 2 wesayîtên ku doçka li ser in hatine rûxandin, 12 çete jî hatine kuştin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket