Xormato: 2 polîs ala Kurdistanê dişewitînin

kurdistani 11:51 AM - 2014-08-21
Xormato: 2 polîs ala Kurdistanê dişewitînin

Xormato: 2 polîs ala Kurdistanê dişewitînin

Şeva borî 2 polîsê birêvebertiya polîsê qeza Xormatoyê diçin ser bane avahiya birêvebertiya xwe û ala Kurdistanê dadixin û piştre jî agir berdidinê.

Qeymeqamê qeza Xormatu Şelal Ebdul ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Şeva borî 20/8/2014 2 polîsê birêvebertiya polîsê qeza Xormatu li dema dewama xwe a asayî de çûne serbanê birêvebertiyê û ala Kurdistanê daxistine û piştre jî ji aliyê her du polîsan ve ku polîsê Êraqê ne agir berdane ala Kurdistanê.

Ebdul got jî: Piştî ew karê ne yasayî ew 2 polîs bi fermana dadwer hatine destgîr kirin û niha ji aliyê asayîşa Xormatu li jêr lêkolînê de ne.
Hêjayî gotinê ye piştî 10/6/2014 qeza Xormatu ji aliyê hêzên pêşmerge ji destê DAIŞ tê parastinê û ji ber wê yekê jî li ser avahiya hemû fermangehên hikûmî ala Kurdistanê hatine bilind kirinê.

Her di wê derbarê de îro ji aliyê xelkê akinciyên qezayê xwepêşandanek li pêşiya malbanda Hemrînê a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate encamp dan û xelkê daxwaz kirin ku ew her du polîs bêne siza kirin.

PUKmedia/Rêvan Germiyanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket