Welatiyekî Birîtanî li Hewlêrê hate kuştin

kurdistani 11:07 AM - 2014-08-21
Welatiyekî Birîtanî li Hewlêrê hate kuştin

Welatiyekî Birîtanî li Hewlêrê hate kuştin

Berdevkê polîsê Hewlêrê raid Karwan Xoşnaw ji PUKmedia`yê re ragihand ku berya niha bi kêlîkekê em hatine agahdar kirin ku li gundê Ingilîz li bajarê Hewlêrê welatiyekî Birîtanî hate kuştin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê ji PUKmedia`yê re ragihand: Di demjimêr 1:30 xulek şeva borî 20/8/2014 polîs li bûyera teqekirinê li gundê Ingilîzî li hewlêrê hate agahdar kirin.

Raid Karwan Ebdûl Kerîm got. Piştî gihêştina hêzên me bo cihê rûdanê derket ku welatiyekî bi navê (Sel Hert) ku hilgirê regeznameya Birîtanyayê ye guleyek ber singe wî ketiye.

Karwan Ebdûl ragihand: Her çiqas bi birîndarî ew bo nexweşxaneyê hate rakirin lê belê piştî yek demjimêrî mixabin jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî rûdanê li nava mala wî de me tometbarê bi navê (S.H) destgîr kir ku ji dayîkbûyê sala 1972 ye û li tawana xwe mukir hatiye.

Raid Karwan got jî: Bi gotina tometbarê bûyerê jiber xeletiyên yê hatiye kuştin ku bi serxweşî çend caran hatiye ser mala wî, tometbar kurde û dosya lêkolînê jî bo bûyerê hatiye vekirin.

PUKmedia/Diyar Star

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket