ENKS bo piştgîriya Herêma Kurdistanê bang li NY`yî kir

kurdistani 11:00 AM - 2014-08-21
ENKS bo piştgîriya Herêma Kurdistanê bang li NY`yî kir

ENKS bo piştgîriya Herêma Kurdistanê bang li NY`yî kir

Encûmena Niştimanî ya kurd li sûriyê (ENKS) nameyek ji emîndarê giştiyê Neteweyên Yekbuyî (NY) re şand û têde bang li Netewyên Yekbuyî kiriye ku piştgîrî û piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.

Di nameya xwe de ENKS daxwaz ji Neteweyên Yekbuyî jî kiriye ku destêwerde bo rawestandina êrişên li dijî mesîhiyan û Kurdan bi taybetî jî Kurdên Êzîdî û bi lez bi hemû awayî piştgîrî û piştevaniyê li hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞ de bike.

Serkirdeyê ENKS Nesredîn Îbrahîm bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragihand ku serokê şanderê Neteweyên Yekbuyî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke ENKS kiriye û amadebûna xwe bo gîhandina nameya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bo emîndarê giştî Ban Kî Moon nîşan daye.

Nesredîn Îbrahîm teqez kir jî ku, biryara daxistina DAIŞ û hevalbendên wê li jêr benda heft a NY weku destpêkekê ye bo destêwerdana navdewletî bo parastina kêmîneyan ji şerê terorê ye. Her weha Neteweyên Yekbuyî wê civata navdewletî han bide daku piştgîrî û piştevaniya hêzên pêşmerge ên Kurdî bike ji ber ku take hêze ku şerê terorîstan li Êraqê dike.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl- Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket