Obama: Emerîka bo jinavbirina DAIŞ karê cidî dike

kurdistani 09:44 AM - 2014-08-21
Obama: Emerîka bo jinavbirina DAIŞ karê cidî dike

Obama: Emerîka bo jinavbirina DAIŞ karê cidî dike

Serokê Emerîka Barak Obama di gotara xwe de bi tundî serjêkirina rojnamevanê Emerîkî Cayms Filorî şermezar kir û ragihand ku DAIŞ dê baca wan karên xwe bide.

Barak Obama duh danê êvarê 20/8/2014 gotarek pêşkêş kir û têde bi tundî serjêkirina rojnamevanê Emerîkî Cayms Fîlorî û karên terorîstî ên rêxistina DAIŞ şermezar kir û got: Her kesek zererê bighîne Emerîkiyan li kuderê dibe bila bibe dê baca wê bide û emê jinav bibin.

Obama got: Emerîka dê berdewam be li parastina xelkê xwe û karê cidî bo jinavbirina çekdarên terorîstên DAIŞ ku metirsiyekî mezine li ser asayîş û aramiya rojhilata navîn û cîhanê dike.

Obama gotî: Divê Êraqî di şerê li dijî terorîstên DAIŞ de yekgirtî bin.

Amaje bi wê yekê jî kir Obama got: Emerîka û Ewrupa, armancên hevbeş ên ewlekariyê heye bo jinavbirina terorîstan û jib o wê armancê em karê cidî dikin.

Li ser serjêkirina rojnamevanê Emerîkî ji aliyê çekdarên terorîstên DAIŞ jî Barak Obama got: DAIŞ bi wî karî nikare Emerîka bitirsîne. Emerîka wê di karê xwe a li dijî terorîstan jî ranewestê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket