Nûnerê YNK li Holanda: Îdeoljiya DAIŞ li dijî mirovatiyê ye

kurdistani 08:38 PM - 2014-08-20
Nûnerê YNK li Holanda: Îdeoljiya DAIŞ dijî mirovatiyê ye

Nûnerê YNK li Holanda: Îdeoljiya DAIŞ dijî mirovatiyê ye

Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li welatê Holandas Bextiyar Bekir ragihand ku Îdeoljiya DAIŞ li dijî mirovatiyêye.

Di hevpeyvînekê li gel kanala (1) a hikûmî a fermî ya Holandî de Bextiyar Bekir got: Çeteyên grupa DAIŞ dest daniye ser beşekî mezin ji çekên giran û kelûpelên serbazî ên Êraqê û niha bi wan çekan şerê Kurdan dike, bi berovajî wê ew çekên giran di destê me de nîne, jibo vê jî em daxwaza hevkarî û piştevaniyê li dostên navdewletî dikin bi dîtina me ev şer ne tenê şerê me ye weku Kurd , belku eve şerê grupa terorîstî DAIŞ`e li beramberî mirovatiyê û dijî ezmûneke serkeftî yaa hukimraniyê û demokrasiyê ye li pêşeroja rojhilata navîne.

Sebaret bi dewleta serbixwe jî nûnerê Yekîtî gotî: Dewleta serbixwe xewn û hêviya her takekî Kurde û em bi mafê xwe yê rewa dizanin, her weha şerkirin li dijî grupa terorîstî (DAIŞ)`ê jî yek ji karên serekî ya me a niha ye.

Di beşekî din ya axaftina xwe de Bextiyar Bekir dibêje: Hêzên Kurdî ên derveyî Herêma Kurdistanê li parçeyên dinê bi hawara penaberan ve hatin û rolekî erênî lîstin lê belê bi awayekî giştî û fermî erkê parastina civaka Kurdistanê li stuyê hêzên pêşmerge de ye.

Sebaret bi metirsiyên şerê navxwe û xirap bikaranîna çekên ku têne şandin jî Bextiyar Bekir ragihand: Me li Herêma Kurdistanê ew qonax derbas kiriye, xweşbextane niha em xwediyê hikûmetekî ferehrengin û niştimanî ne cudahiyên me bi rêya sindoqa dengdanê em berterf dikin her weha di tengasyê de jî em cudahiyên xwe datînin aliyekî û tenê bîr li Kurdistanê û xelkê xwe dikin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket