Behir El-Ulom helwestên Herêma Kuridstanê berz nirxandin

kurdistani 07:29 PM - 2014-08-20
Behir El-Ulom helwestên Herêma Kuridstanê berz nirxandin

Behir El-Ulom helwestên Herêma Kuridstanê berz nirxandin

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî îro çarşemê 20 / 8 /2014`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li kesyatiya nîştimanperwer Birêz Mihemed Behir El-Ulom û şanda digel de ye kir.

Di hevîdtinê de herdu aliyan pêşketin û rewşa dawî li Êraqê û Herêma Kurdistanê rû dide hilgirtin dest û nirxandin.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe got; Reşwa xiran a di encama êrişên terorîstan de rû da ye em hemû nîgerankirine, ji ber ku jiyan û jiyana rojane ya hemû pêkhatiyên Êraqê di qonaxek hestiya û giran de derbas dibe.

Kosret Resûl wiha berdewam kir; Divê em hemû li beremberî terorîstan rawestin û bergirî li xaka xwe bikin, ji ber ku terrorist bê cudatiyê bixînin di navbera ti kesî de dujiminê mirovatiyê ne, û divê ev planên wan ên ketî bêne pûç kirin. Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku divê pisgirêkên lidar bi riya rêkeftinê bêne çareserkirin û hemû alî berê xwe bidin masa diyalokê, ta encamên baş bi dest xînin û pirs û qeyranên Êraq û Kurdistanê çaraserbikin.

Birêz Mihemed Behir El-Ulom ji aliyê xwe ve got: Helwesta Herêma Kurdistanê bi rumet û zelale û bê cudatiyê bixe di navbera ol û meheban de deriyê xwe ji hemû kocberan re vekir û wiha pê de çû: Bi vê helwestê ji cîhanê re ew yek peyt kir ku Herêma Kurdistanê li Êraqê beşek ji çareseriyê ne beşek ji pirsgirêkan û kêşeyan e.

Her wiha di hevdîtinê de herdu aliyan diyar kirin ku ew hêvîdarin  ev qeyrana ku gelê Êraqê û Herêma Kurdistanê  bi hemû pêkhateyên xwe di nav de derbas dibe bidawî bibe, dîsa aramî û ewlehî vegerê ew deverên ku terorîstan dest avêtine û têkdanê.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket