Silêmaniyê..Bêtirî ji 375 malbat li Kilîsa Mar Yusif dimînin

kurdistani 06:43 PM - 2014-08-20
Silêmaniyê..Bêtirî ji 375 malbat li Kilîsa Mar Yusif dimînin

Silêmaniyê..Bêtirî ji 375 malbat li Kilîsa Mar Yusif dimînin

Kilîsa Mar Yusif a li Silêmaniyê ji sê rojan ve deriya xwe li pêşberî kocberên Xiristiyan ên ji Mûslê û deverên cuda tên vekir, hejmara malbatên li Kilîsê û kilîseyên dîtir ên Silêmaniyê dimînin gihîşte 375 malbatî.

Serpereştyarê Kilîsê Eymen Hirmiz Ezîz ji PUKmedia yê re ragihand ku;Bi dehan ji malbarên xiristiyan piştî bûyer li Mûsilê û deşta Nînewa rûdan û ew dever ketin dest komên terorê kocber bûn û hejmarek ji malbatan berê xwe dan Silêmaniyê, lê beşê mezin ji malbatên Xiristiyan berê xwe dan bajarê Hewlêrê.

Her wiha da xuya kirin ku Kilîsa Mar Yusif di dest pêkê de pêşwazî li çend malbatan kir lê di rojên dawî hejmara malbatan bilind bû gihîşt di navbera 10-50 malbatî û niha nêzî 375 malbatên xiristiyan di bin siya Kilîsê jiyan dikin û diyar kir ku hejmarek ji malbatên dinî jî li ba malbatên dostên xwe dimînin.

Wekî din raghand ku pêdiyên xwain û vexwarina  malbatên di bin siyia Kilîsê de ne bi alîkariya ku welatiyên misilman û Xiristiyan ligel rêxistinên navdewletî û mirovahî didin, tê dabîn kirin.

PUKmedia / Xalid Necar / Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket