DAIŞ bi serjêkirina rojnamevanekî Emerîkî gef li wî welatî kir

kurdistani 10:42 AM - 2014-08-20
DAIŞ bi serjêkirina rojnamevanekî Emerîkî gef li wî welatî kir

DAIŞ bi serjêkirina rojnamevanekî Emerîkî gef li wî welatî kir

DAIŞê bi serjêkirina rojnamevanekî Emerîkî gefên dijawr li rêveberia wî welatî û bi taybet Barak Obama kir.

Duh roja sêşemê, di malper û rûpelên xwe yên elektironîk de, rêxistina terrorist ya DAIŞê dîmenke bi riya vîdyo da weşandin ku tê de, sere rojnamevanekî Emerîkî ku ev saleke li Sûriyê di dema karên xwe yên rojnamevanî de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin, li ber kemîreyê wî didin axiftin û sere wî jêdikin.

Her weha ew rojnamevanê serjêkrî bi navê (Games Right Foley) ye û beriya su salan li Sûriyê nûçe û agahî li ser wî nemabûn ku ketibû destên çekdarên terrorist yên DAIŞ`ê û duhî li ber kemîreyê dane axiftin ku ji birayê xwe yê berpirse di hêzên ezmanî ya Emerîkayê de, dibêje we bi biryara lêdana firokeyan li Êraqê biryara kuştina min da.

Her weha rojnamevanekî din jî di destê DAIŞê de ye û gefan li serok Obama Dike efer berdewam bin li ser êrişên li dijî DAIŞê wê serê wî rojnamevanî jî jê bikin.

Ew rojnamevanê ku niha di destê wan de maye navê wî Stephen Geol Stolov e yê ku di 22-mijdara 2012`an de, li parêzgeha Udlibê ya Sûriyê hatibû girtin û wek rehîn di nav destê xwe de bi kar anîne.

Her piştî weşandina vîdyo rojnamevanê Emerîkî yê serjêkirî Games Right Foley di peyamekê de, serxweşî kir û ji terorîstan daxwaz kir ku êdî serê kesê din jênekin ji ber ku ew bê tawanin û ji bo xizmetkirina xelkên Sûrî hatine wî welatî.

Ji aliyê xwe ve jî, Qesra Sipî daxwaz kir ku lêkolîn di derbarê wê dmena vîdyoyî de bikin tako bizanin rastiya wê di çi astekê de ye.

PUKmedia-Ajansan-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket