Obama:Êraqî hişyarkirin Gur li ber derî ye

kurdistani 05:52 PM - 2014-08-19
Obama: Êraqî hişyarkirin Gur li ber derî ye

Obama: Êraqî hişyarkirin Gur li ber derî ye

Serokê DYE Barak Obama bang li Êraqiyan kir lez bidin xebatên sazkirina hikûmeta nû ya di nav xwe de hemû rengên Êraqê hembêz bike di şer li dijî DAIŞ û ew hişyarî da ku Gur li ber derî ye û lêdanên ezmanî yên Emerîka dê nikaribin gelek tişt bikin.

Obama îro li koşka Spî bi rojnamevanan re axivî û soz da ku dê ew erka artêşa Emerîka li Êraqê li dijî rêxistina terorê DAIŞ  a ne bitenê gef li Êraqê dixwe lê navçeyê bi giştî dixwe, berferh neke.

Obama piştî ku ligel du ji alîkariyên xwe yên netewî derbarê Êraqê de civiya, derket û got: Lêdanên esmanî yên balafirên şer ên Emerîka alîkar bûn li gel hêzên pêşmerge ku dest bidin ser bi bendava Mûsilê û ji dest DAIŞ derxînin û ew gefa mezin ku DAIŞ bendavê têk bibe û rê liber lehiyeke mezin ve veke bi ser Bexdadê ve girt.

Obama her wiha da xuya kirin ku divê Êraqî berve hasten derw ve neçin û gelekî xwe naxapînin û ji xwe razî nebin, piştî ku me li dijî DAIŞ lêdanên esmanî pêkanîn.

Û wiha berdewam kir; xwe naxapînin û ji ber me li DAIŞ da, ji xwe re nebêjin dem hatî pêşveçûn bête rawestandin û welat paşve vegerînin û xwe sist bikin.

Her wiha Obama got ku ew bawere ger hikûmeta Êraqê bi lez bête avakirin dê baweriya hikûmetên rojhilata navîn û cîhanê qezenc bikin û dê ev hikûmet amadebin alîkariyê bidin Êraqê, ji ber ku ew welat ji ber ew rewşa siyasî ya tevizandî a li Bexdadê xwe didan aliyekî.

Obama got; Divê hun vê yekê bikin ji ber ku Gur li ber derî ye, divê baweriya gelê Êraqê bi destbixînin û kiryarên xwe yên kevin li paş xwe bihêlin.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket