Kampîna bila saziyên Medya Kurdî Pabenda parastina yekîtiya netewî bin

kurdistani 08:33 PM - 2014-08-18
Kampîna Pabendbûna Medyaya Kurdî bi parastina netewî ve

Kampîna Pabendbûna Medyaya Kurdî bi parastina netewî ve

Îro roja duşemê, 18-8-2014`an li ber deriyê Baxa Giştî, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê û Senterê Metro û çend rêxistinên di barê çalakiyên medenî, kombûnek saz kirin.

Ew kombûn di derbarê rewşa Mediya û çawaniya rumalkirin û sazkirin û weşandina nûçe û raportên derbarê vê aloziya dawî û berpirsyaretiya wê parastina nihêniyên serbazî û li berçavgirtina gilî û rexneyên xelkê li hinek kenalên Kurdî ku div ê dawiyê de hatine encam dan hat şirove kirin.

Her weha di wê kombûna îro de, hejmarek mezin ji rojnamevan û sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan û nivîskar û rewşenbîran beşdarî wê kombûnê bûn.

Her weha beriya vê jî, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê belavokek div ê bare de dabû weşandin.

Di navûnîşana wê belavokê de hatiye ku "Babetên nerast rastiya me dixe jêr pirsyarê" Pişt re jî li ser bendên rudawên vê dawiyê û ligel êrişên hovene yên DAIŞê bo ser navçe û bajar û bajarokên Kurdî yên derveyî Herêma Kurdistanê her weha gotin û behsek pir li ser Medya û kenalên Kurdî bi aşkire tê kirin û gelek caran bi rewa tê kirin û gelek caran jî bi ne rewayî tê kirin.

Di wê weşandina Sendîkaya Rojnamevaniya Kurdistanê de hatiye ku Hinek kenalên medyayî Kurdî hene di bin nav ê ku serbixwe û karên rastiya rojnamevaniyê dikin de, di derbarê rewşa karên xwe yê kurdene xistine jêr pirsyartiya giran.

Her weha di naveroka wê belavokê de amaje bi wê yekê dike ku hHindek ji kenalên Kurdî ne guh didin rênameyên Serokatiya Herêma Kurdistanê û ne jê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ku di derbarê rewşa dawî de hatibûn belav kirin.

Di dirêjahiya belavokê de, di derbarê bikaranîna gotin û navên din li ser şehîdbûna pêşmerge û wiha pê de diçe û dibêje: Mixabin tê gotin ku heya roja îro jî hinek ji kenalan şehîdbûna pêşmergeyan re dibêjin qurbanî û jiyan ji dest dan û çendîn gotinên din yên neşîrîn di wê bare de didin peyvandin.

Di dawiya wê belavokê de hatiye ku hinek kenal di warê aşkirekirina pîlannameyên serbazî yên pêşmerge de, neheqî dikin û nihêniyan aşkire dikin û ew nûçe û raport dikevin xizmeta neyarên me di van demên dawiyê de.

PUKmedia- Xalid Necar

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket