Hinardekirina nefta herêma Kurdistanê hat ragirtin

kurdistani 01:03 PM - 2014-08-18
Hinardekirina nefta herêma Kurdistanê hat ragirtin

Hinardekirina nefta herêma Kurdistanê hat ragirtin

Wezîrê pîşesazî û wize ê Tirkiyê radighîne ku heya niha 6.5 milyon bermîl nefta Herêma Kurdistanê li Tirkiyê şandine welatên cîhanê lê belê niha nartina nefta herêmê di boriya nefta Kerkûk – Ceyhanê hatiye ragirtin.

Taner Yildiz ji Reutersê re ragihandiye ku ji îro ve 18/8/2014 hinartina nefta herêma Kurdistanê di rêya boriya neftê ya Kerkûk – Ceyhanê hatiye ragirtin ji ber ku ew borî têne çê kirin .

Yildiz ragihand ji ew roja ku hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê destpê kiriye bo bazarên cîhanê, heya niha 6.5 milyon bermîl nefta herêma Kurdistanê şandine bazarên cîhanê.

Hêjayî gotinê ye ew boriyên neftê yên Kerkûk – ceyhan heya dawiya sala 2013 di rojekê de şiyana guhastina 120 hezar bermîl neft hebûye. Lê belê hinardekirina yekem keştiya neftê di meha gulanê sala 2014 destpê kiriye.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket