Kurdistaniyên li Ewropa bang li wijdanan dikin
kurdistani 07:15 PM - 2014-08-17Kurdistaniyên li Ewropa bang li wijdanan dikin
Li bajarê Marsîlya yê Fransa, li Lînz a Avusturya, Sîdney a Awûstûralya û Mûnîh a Elmanya êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin. Fransî û Berberiyên tevlî merasîma li Marsîlya bûn xwestin PKK’ya gelê Şengalê ji tradejiya mirovatiyê rizgar kirine ji “lîsteya terorê” bê derxistin.
Li bajarên Ewropa çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Şengal û Mexmûrê didomin. Li bajarê Hannover ê Elmanya li gel meşa bi tevlîbûna 50 hezaran li welatên din jî xwepêşandanên şermezarkirinê tên lidarxistin.
MARSÎLYA
Kurd û dostên wan ên li bajarê Marsîlya yê Fransa dijîn terora DAIŞ bi mîtîngekê şermezar kirin.
Mîtîng, di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) de li qada Canebîere pêk hat.
Di daxuyaniya li ser navê TJKE de wiha hat gotin, “Em ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê, Mûsil û Şengalê bêdeng nemînin û li hember heqaretên li dijî jinên Kurd tu carî qebûl nekin. Ji ber vê em ê heya dawiyê têkoşînê bilind bikin.”
Nûnerê Partiya Komunîst Josîane Durîeux jî diyar kir, HPG û YPG li hember qirkirina Êzîdiyan bû bend û pêwîst e ne tenê ji pêşmergeyan re yekser çekan bidin HPG û YPG’ê jî.
Joel Dutto yê li ser navê Koordînasyona Piştevaniya bi Kurdistanê re axivî û diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û banga piştevaniya bi Kurdan re li raya giştî ya Fransa kir.
Li ser navê Komeleya Mafê Mirovan Phîllîpe Dîeudonne jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û anî ziman ku NY ji bo aştiyê wezîfeya xwe pêk nayîne.
Nadya û Kader jî ku li ser navê komeleya Amazîgh axivîn gotin ku gelê Berberî bi Kurdan re bira ne û divê her du gel piştgiriyê bidin hevdu.
Mîtîng piştî banga ji bo meşa 23’ê Tebaxê saet 18:00’an bi dirûşmayan bi dawî bû.
LÎNZ
Li bajarê Avusturya Lînz bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga li Landstresse pêk hat, di kesayeta rojnamevan Denîz Firat a di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Mexmûr de jiyana xwe ji dest da ji bo tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Di mîtîngê de Parlamenterê Partiya Keskan a Meclîsa Eyaleta Avusturya Efganî Donmez, diyar kir Parlamenterên Parlamentoya Ewropa yên Partiya Keskan çûne wir û lêkolîn pêk anîne. Donmez got; “Bi qasî nedîtina ev mirovên ku ji ber bawerî û çanda xwe hatine qetilkirin nedîtina vê komkujiyê talûkeyeke pir mezin e” û bang li raya giştî ya Ewropa kir da ku bêbertek nemînin.
Mîtîng bi dirûşmayên; “Gestern Rojava, Heute Şengal, Morgen Europa; Stoppt den Volkermord-duh Rojava, îro Şengal, sibe Ewropa; komkujiyê rawestînin” hatin gotin.
SÎDNEY
Li bajarê Awûstralya Sîdney komkujiya li Şengalê bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û Kurdistaniyên ji 4 parçeyên Kurdistanê hat şermezarkirin.
Di xwepêşandana li ber televîzyona kanal 7 ji bo çapemeniya Awûstralya jî peyam hat dayîn.
Li ser navê girseyê Hevserokên Komeleya Kurd a Sîdney çend daxuyanî dan û bi peyama “Bêdengiya li hemberî zilmê qebûlkirin e”, bang li hikûmet û çapemeniya Awûsturalyayê hat kirin.
MÛNÎH
Li gelek bajarên Elmanya çalakiyên kon ê hefteya buhrî hatin destpêkirin didomin. Çalakiya kon a li Mûnîhê 6 roj e didome. Di çalakiya li Rîndermarktê, DIDF Mûnîh piştgirî da.
Çalakî îro li Stachusê berdewam kir. Çalakiya kon her roj li ser caddeyeke qerebalix didome.
PUKmedia-ANF
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24