Silêmanî: Yekîtiya jinan hevkariya awareyên mesîhî dikin

kurdistani 01:43 PM - 2014-08-17
Silêmanî: Yekîtiya jinan hevkariya awareyên mesîhî dikin

Silêmanî: Yekîtiya jinan hevkariya awareyên mesîhî dikin

Sekreteriyeta yekîtiya jinên Kurdistanê alîkarî û hevkarî gîhandin awareyên mesîhî yên li bajarê Silêmaniyê.

Di vê derbarê de Seywan Rostem Efrasya bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragihand: Sekreteriyeta Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bi armanca bihawarçûna awareyên xiristiyan ên li bajarê Silêmaniyê ên ku ji Hebaniyê û deşta Nînewa hatine bajarê Silêmaniyê û niha li kilîseya Mar Yusif bi cî bûne alîkarî û kelûpel me li ser wan belav kiriye.

Sebaret bi cure alîkariyan Efrasya gotî: Ew kelûpel û pêdivî ku li ser me hatine belav kirin zêdetir cil û bergê zarokan û keresteyên sereekî bûne bo nîştecîbûnê ku pêwîstiya awareyan pê hebûye.

Endama sekreteriyeta Yekîtiya jinan a kurdistanê Seywan Rostem hêviya xwe bo dawîanîna ew nehametiyan were ku li Êraqê û sînorên Kurdistanê diqewime û di encamê de bi hezaran welatî  mal û mulkên xwe bi cî hêştine.

PUKmedia/Osman Ebu Bekir- Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket