Planên DAIŞ’ê têk birin... Rizoyê XERZÎ

kurdistani 11:12 AM - 2014-08-16
Rizoyê XERZÎ

Rizoyê XERZÎ

Dibe ku hin kes bibêjin ma mijar ji bilî DAIŞ’ê nema hûn li ser binivîsin. Dibe ku xwendevan mafdar bin ji ber êdî ne bi sedan bi hezaran gotar li ser vê rêxistina tarî hatine nivîsandin. Lê her çendî gelek aliyên tarî yên vê rêxistinê û tekiliyên wê yên bi hêzên herêmî û navneteweyî re hatin aşkerakirin jî dîsa gelek aliyên wê yên tarî mane. Bi rastî di nava vê sergêjeka ku çeteyên DAIŞ’ê bi xwe re anî herêmê û ew alozî û tevlihevbûna vê hêza tarî bi nivîsekê yan jî gotarekê mirov nikare zelal bike.

Lê ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku aliyekî bigirim dest. Aliyê helwesta navneteweyî û herêmî. Dibe ku neguhertin be jî lê wiha didin xuyakirin. Bi rastî di vê mijarê de mirov dikare vê helwestê piştî û berî dagirkirina Mûsilê binirxîne û aşkeratir mirov dikare bêje helwesta hêzên navneteweyî ji DAIŞ’ê beriya û piştî dagirkirina Şengalê û fermana 73’yan a ku li dijî gelê me yê êzidî pêk hat.

Piştî êrîşên hovane yên li ser Şengalê û destwerdana hemû hêzên çekdar ên kurdan û avakirina eniyeke hevbeş a berxwedana li dijî van çeteyan hişt ku hêzên navneteweyî hin hesabên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Berê jî gelek caran û di destpêka bihîstina navê DAIŞ’ê de min gotibû hêzên navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê dixwazin hemû gemara dinyayê li Sûriyeyê kom bikin û wan bi destên gelek aliyên din bidin kuştin.

Bi vê yekê hem ji wan terorîstên ku li gelek welatan gefan li berjewendiyên wan dixwin xelas dibin, hem jî bi navê têkoşîna li dijî van çeteyan herêma Rojhilata Navîn di bin bandora xwe de û hewcedarî xwe bihêle. Lê wekî dibêjin herdem hesabê der û malê li hev nayê. Ji beriya 2 salan dihat plankirin ku DAIŞ rojavayê Kurdistanê dagir bike û piştî dagirkirina Kobanê û Serêkaniyê herêma Cizîrê tevî bixe bin kontrola xwe û di wir de derbasî Iraqê bibe û dewleta xwe ya Iraqê û Şamê ava bike.

Bêguman di rê de jî ku ew gelekî li hesabê Tirkiyeyê dihat êdî metirsiya ku kurdên Rojava bibin xwedî statu jî ji holê radibû. Piştî ku hemû hewldanên DAIŞ’ê yên dagirkirina rojavayê Kurdistanê bi ser neketin. Êdî hin guhertin di planê de hatin kirin û bi êrîşa Mûsilê xwestin êdî tevî wan çek û cebilxaneyê mezin ê ku bi dest xistin ji wir ve êrîşî rojavayê Kurdistanê bikin.

Lê bexwedana şervanên YPG û tecrûbeya wan a 2 salan a şerê bi van çeteyan re pêşiya vê planê jî girt û berxwedana hêzên çekdar ên kurd ku li Şengal û Mexmûrê bipêş xistin hesabên wan dîsa serobino kirin. Bi vê pêvajoyê re hem hêza şervanên gelê kurd derket holê û vê hêzê bi xwe re helwesta hin welatan jî ji tevgera azadîxwaz a gelê kurd da guhertin. Bi gotineke din êdî dost û dijminan îman bi rebê Mûsa anîn ku tenê kurd dikarin van çeteyên hov dêwên ku xwedî kirine û mezinkirine têk bibe.

PUKmedia/A.Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket