Adil Murad: Beşdarbûna gerîlayên PKK û YPG morala pêşmerge bilind kir

kurdistani 12:46 PM - 2014-08-14
 Adil Murad: Beşdarbûna gerîlayên PKK û YPG morala pêşmerge bilind kir

Adil Murad: Beşdarbûna gerîlayên PKK û YPG morala pêşmerge bilind kir

Sekreterê encûmena navendî ya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku beşdarbûna endamên Partiya Karkerên Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li kêleka birayên xwe ên pêşmerge di şerê li dijî terorê de bandorekî xwe ya mezin li ser morala pêşmerge hebûye.

Di çavpêkeftinekê li gel lanala asmanî Itîcahde Adil Murad daxwaz kir ku dive hêzên Pêşmerge bêne bi çekên pêşkeftî bêne biçek kirin daku bikarin li hemberî DAIŞ biserkevin.

Murad teqez kir û got: Beşdarbûna Gerîlayên PKK û YPG li kêleka birayên xwe pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê de li navçeyên Mexmur , Şengal û Celewla û Kerkûkê bandorekî xwe ya mezin li ser morala pêşmerge kiriye û eve jî di pêşerojê de dê bibe bîngeha yekîtiya netewî di şerên me li dijî terorê di pêşerojê de jî.

Sekreterê encûmena navend yê YNK ew yek jî aşkira kir ku  gelek caran Mam Celalji berpirsên sûriyê re teqez kiriye ku terora reş a ku ji welatên Kendavê a ku li Sûriyê û li ser sînorê Êraqê kom bûye ewê bi berovajî li sûriyê vegere …. Ew karesat bi ser gelê Sûriyê yê dost de qewimî.

Adil amaje bi wê yekê jî kir ku DAIŞ û yên weku wê dê nêzîk de dê li wan welatên ku ew perwerde kirine û bi çekên pêşheftî ew bi çek kirine û xelkê bê guneh dikujin û ji bo fitne û xuliqandina  dişînin Êraqê, biqulibin.

PUKmedia/ Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket