Kurdistaniyên Ewropayê jî xwedî li Şengalê derketin

kurdistani 08:08 PM - 2014-08-11
Kurdistaniyên Ewropayê jî xwedî li Şengalê derketin

Kurdistaniyên Ewropayê jî xwedî li Şengalê derketin

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo xwedîderketina li warê pîroz yê Kurdên Êzdî, hemû derfetên xwe bikar tînin.

Bi vê armancê li herêma Koblense ya Elmanyayê komeke ji Êzdiyên Midyatê bi însiyatîfa xwe, kampanya alîkariya ji bo Şengal û Kobanê dan destpêkirin.

Di encamê de heta niha 35 hezar û 810 Euro hatin berhevkirin û ji bo ji gelê Şengal û Kobanê re were şandin, radestî  Saziya Alîkariyê Roja Mezopotamiya (Die Sonne Mesoporamiens) hat kirin.

Piştî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê û herêma Şengalê, weke gelek deverên Kurdistanê, Kurdên li Ewrûpayê jî ketin nava liv û tevgerê.

Ji bilî kampanyayên ku ji aliyê saziya alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, gelek Kurdistanî bi înstiyafa xwe jî, dibin beşeke girîng ji vê kampanyayê.

Mînaka vê ya herî berbiçav jî li herêma Koblens ya Elmanyayê pêk hat.

Komek  ji Êzdiyên Midyatê ji bo alîkariya Şengal û Kobanê bi însiyatîfa xwe, alîkariya madî berhev kirin.

Endamên komîteya însiyatfa Pîşgiriya Şengal û Kobanê Hacac Ak, Sêvo Akkurt, Kemal Akkurt û Miho Boga bi desteka 80 malbatên gundê Xerabî û 3 malbatên gundê Taqa 35 hezar û 810 Euro pere kom kirin.

Endamên komît, pereyên berhev kirine, ji bo bişînin Şengal û Kobanê, radestî saziya alîkariyê Roja Mezopotamiya (Die Sonne Mesoporamiens) kirin.

Li ser navê komîtê Miho Boga ragihand ku ew ê ti carî Kurdên Şengal û Kobanê bi tenê nehêlin û anî ziman ku wê hewldanên wan yên ji bo berhevkirina alîkariyê berdewam bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket