Dirbesiyê: 120 xwendekarên ziman bawername wergirtin

kurdistani 02:02 PM - 2014-08-02
Dirbesiyê: 120 xwendekarên ziman bawername wergirtin

Dirbesiyê: 120 xwendekarên ziman bawername wergirtin

Saziya Zimanê Kurdî li gundê Sêgir yê girêdayî bajarê Dirbespiyê yê herêma Cizîrê bawernameyên zimanê Kurdî yên astên yekemîn, Duyemîn û sêyemîn li 120 xwendekaran belav kir.

SZK'ê ya Dirbêsiyê ku beriya demekê dewreyên ziman ên sê astan ji 120 xwendekaran re dabûn destpêkirin, di merasîmeke ku têde bi sedan welatiyên gund û yên derdorê amade bûn, bidawî kir.

Rêveberê SZK'ê Fehed Eyûb di merasîmê de axivî û got: Şoreşa Rojava bi zimanê Kurdî dest pê kiriye û dê bi zimanê Kurdî biser bikeve. Her wiha bal hate kişand ser rola jinê di parastina zimên û keda wê ji bo pêşketin û birêxistinkirina xebatên ji bo zimanê zikmakî.

Di dawiya merasîmê de bi stranên netewî û tilîliyên dayîkan re li 120 xwendekarên zimên bawernameyên serkeftinê, hatin belavkirin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket