Li Şengal di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şerekî dijwar

kurdistani 09:31 AM - 2014-08-02
Li Şengal di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şerekî dijwar

Li Şengal di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şerekî dijwar

Şeva borî 1/8/2014 di navbera pêşmerge û çekdarên terorîstên DAIŞ de li gundê Pirdê ya ser bi qeza Şengalê şerekî giran rûda û têde 14 pêşmerge şehîd bûne û hejmarekî zor ji çeteyên DAIŞ hatin kuştin û birîndar kirin.

Jêderekê li nexweşxaneya giştî ya Zaxo ji PUKmedia re ragihand: Îşev di encama rûbirûbûnekas navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li gel çekdarên DAIŞ de hejmarek zor ji çeteyên DAIŞ hatine kuştin û birîndar kirin her weha 14 pêşmerge jî şehîd bûne.

Ev şer û pevçûn di demekê de ye ku çekdarên terorîstên DAIŞ eve çend rojin li qeza Şengalê ketine liv û tevgerê û hêzên Pêşmerge jî bi tundî li hemberî wan disekinin û heya niha hejmarekî zor ji wan hatine kuştinê.

PUKmedia/Zêrevanî Golî - Zaxo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket