Fermandarê YPG: Serkeftina Rojava di Hesekê re derbas dibe

kurdistani 09:04 AM - 2014-08-02
Fermandarê YPG: Serkeftin û parastina Rojava di Hesekê re derbas dibe

Fermandarê YPG: Serkeftin û parastina Rojava di Hesekê re derbas dibe

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo destnîşan kir ku parastina Hesekê gelekî girîng e û serkeftin û parastina Şoreşa Rojava di wir de derbas dibe.

Hemo di çavpêkeftinekê li gel ajansa ANF`ê got: “Serkeftin û parastina Şoreşa Rojava di vir de derbas dibe. Ji ber ku Hesekê bajarê herî mezin yê Rojava ye. Rejîmê xwest nifûsa Kurdan li wir kêm bike. xwest gelên din bîne li wir bicih bike. Yanî bi demografiya wê lîst. Lê negihişt hedefa xwe."

Di beşek din a axaftina xwe de Sipan Hemo got: "Em wek YPG parastina Hesekê wek garantiya azadiya gelan û Şoreşa Rojava dibînin."

Teqez li ser wê yekê jî kir Hemo weha pêde çû: "Em niha li Hesekê kolan bi kolan, tax bi tax û pêngav bi pêngav diparêzin. Ji destpêka şoreşê heta niha li Cizîr, Kobanê û Efrînê berxwedana hatiye nîşandan, 10 qatî wî zêdetir dê li Hesekê bê nîşandan."

Li dawiya axaftina xwe de Hemo cext kir û got: "Bila hemû dost û dijmin vê bizane. Berdêl çi dibe bila bide em ê Hesekê biparêzin. Em ê fînala azadiya Kurdistanê li Hesekê pêk bînin."

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket