Pêşmergan 30 DAIŞ`î kuştin û 20 jî girtine

kurdistani 06:57 PM - 2014-08-01
Pêşmergan 30 DAIŞ`î kuştin û 20 jî girtine

Pêşmergan 30 DAIŞ`î kuştin û 20 jî girtine

Hêzên pêşmerge li sînorê bajarokê Zumarê çend êrişeke terorîstên DAIŞ`ê şikandin û zêdetir li 30 DAIŞ`iyan jî kuştiye û 20 jî destgîr kirine.

Jêderekê li hêzên pêşmerge li bajarokê Zumarê a ser bi qeza Til Ehferê ya bajarê Musilê ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî demjimêr yekî şeva borî terorîstên DAIŞ li sînorê bajaroka Zumarê ji çend aliyan ve êrişî hêzên pêşmerge û polîsan kirin û dest danî ser çend baregehên hêzên polîsên parastina dazgehên ser bi hikûmeta Êraqî bûne lê belê hêzên pêşmerge bi tundî bersîva êrişên terorîstên DAIŞ dan û ew baregeh ji destê DAIŞ`ê derxistine.

Bi gotina jêderî di demjimêr 1:00 şeva borî de şer di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞ de destpê kiriye û derbeyek mezin li DAIŞ daye û zêdetir li 30 terorîsên DAIŞ`ê kuştine û nioha jî termê 6 çekdarên DAIŞ tevî 20 çekdarên wan jî ji aliyê Pêşmergan ve hatine girtinê.

Wê jêderê ew jî diyar kir ku hêzên pêşmerge 7 otombêlên DAIŞ şikandine û niha jî şer rawestyaye .

Libarê ziyanên hêzên pêşmerge û polîs jî jêderê got: di wê êrişê de 2 pêşmerge û 3 polîs jî şehîd bûne.

PUKmedia/Şakir Mela - Musil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket