Agirbesta Îsraîlê û Filistînê qediya

kurdistani 04:40 PM - 2014-08-01
Agirbesta Îsraîlê û Filistînê qediya

Agirbesta Îsraîlê û Filistînê qediya

Îsraîlê 3 demjimêr piştî destpêkirina "agirbesta berwext",  Hamas bi binpêkirina agirbestê sucdar kir û ragihand ku agirbest qedandiye.
Agirbesta 72 demjimêran a di navbera Îsraîl û Hamasê de vê sibehê demjimêr 08.00’an destpê kir, piştî 2 demjimêran xera bû.

Artêşa Îsraîl bi topan êrîşî bajarê Refah kir. Di êrîşan de 27 kesan jiyana xwe ji dest da, ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê destpêkê hatibû gotin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Îsraîlê piştî êrîşê bi du saet û nîvan daxuyanî da û sedema êrîşê, êrîşa bi roketan a Hamasê ya li hember Kerem Shalom nîşan da.

Rojnameya Haaretz a Îsraîl diyar kir, rayedarekî ji artêşa Îsraîlê ji Neteweyên Yekbuyî re bi awayekî fermî ragihandiye ku agirbest bi dawî bûye.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket