Pirtûka Stêrkan.... Ehmedê Huseynî

kurdistani 01:37 PM - 2014-08-01
Pirtûka Stêrkan.... Ehmedê Huseynî

Pirtûka Stêrkan.... Ehmedê Huseynî

Ez ê çawan
Wisa bi tenê
Di awirên çavên te de
Bêyî gazin bijîm?
 
Soza me ne ev soz bû Helepçeya mine?
De henekan bi xalê xwe re neke!
Rabe qehweyê amade bike,
Şaneşînê bi mûman bixemilîne!
Li şevistana Qamişloyê binêre
Û hemî welatan bi kenê xwe ronî bike!
Rabe Kêzê! Henekên wisa neke qurban!
Rabe ey şehîda dilê min..!
 
3
.
Di govenda rim û rengan de
Di pêlvedana tem û mijan de
Di halana baskên hespan de
Di zindana rêz û peyvan de
Di dûmana sewata dilan de
Tu Koban î
Tu stêrka dilê şevê yî
çurisîna
Li ser eniya şehîdan î!!
 
Li jor binêre!
Çavên xwe veke
Û stêrkên şehîdan
Bi zimanê xwedê
bihejmêre
KOBANIYÊ!!
 
Hemî rê ber bi Kobaniyê ve diçin!
De bibare helbestê bibare!
porê xewnê şil bike!
Çavên dastanê
Bi evîna Kobaniyê kil bike!
 
KOBANIYÊ
 
Navê te
Bi tîrêjên elindê
Li ser lêvên azadiyê
dinivîsînim..!
Birînên te derman dikim,
Û kevokên dilê te
Alên xewna te
Ber bi goristana şehîdan ve
difirînim..!

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket