Germiyan: Hêzên asayîşê 2 sîxurên DAIŞ girtin

kurdistani 12:53 PM - 2014-08-01
Germiyan: hêzên asayîşê 2 sîxurên DAIŞ girtin

Germiyan: hêzên asayîşê 2 sîxurên DAIŞ girtin

Hêzên asayîşa Germiyanê li bajaroka Celewla 2 sîxurên DAIŞ ku bi regez erebin destgîr kirine.

Jêderekê li asayîşa Germiyanê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê 1/8/2014 hêzên asayîşa Germiyanê li bajaroka Celewla karîne du kesên bi goman bigrin û li gor lêkjolînên destpêkê derketiye hole ku ew her du kes hevkariya DAIŞ dikin û zanyariyan dighînin wan.

Jêderê da zanîn ku ew her du kes bi regez erebin û akinciyê taxa Tejnîdê ya bajarokê Celewla ne û bi destê terorîstên DAIŞ hatûçûna wê taxê kirine.

Ji aliyekî dine ve çavkaniyeke hêzên pêşmerge li Celewla ji PUKmedia re ragihandin şeva borî terorîstên DAIŞ li Celewla teqe li hêzên pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge jî bersiva êrişê dane lê tu şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞ`ê rû nedaye.

PUKmedia/Helmet Xaneqînî - Celewla

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket