Zumar: Di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şer destpê kir

kurdistani 11:31 AM - 2014-08-01
Zumar: Di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şer destpê kir

Zumar: Di navbera Pêşmerge û DAIŞ de şer destpê kir

Îro danê sibehê 1/8/2014 li bajarokê Zumar terorîstên DAIŞ êrişî hêzeke pêşmerge kir û hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiva terorîstan daye û 6 ji wan kuştine.

Jêderekê li hêza pêşmerge ku li wê navçeyê ne ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê terorîstên DAIŞ li navçeya Zumar a ser bi qeza Til Ehferê ya parêzgeha Musilê êrişî hêzekî pêşmerge kirine lê belê hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wê êrişa DAIŞ dane lê heya niha şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞ de berdewame.

Bo gotina jêderê hêzên pêşmerge karîne şeş terorîstên DAIŞ bikujin û şeş otombêlên wan jî bişkînin.

Libarê ziyanên hêzên pêşmerge jî jêdera hêza pêşmerge da zanîn ku 2 pêşmerge di wî şerî de şehîd bûne.

PUKmedia/Şakir Mela- Musil

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket