Demirtaş: Yek ziman, yek milet nabe
kurdistani 10:52 AM - 2014-08-01Demirtaş: Yek ziman, yek milet nabe
Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) û namzetê serokkomariyê ya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş di mîtînga Mersînê de axivî, xwest gel dengên xwe bide kesê ji nav gel derketiye û cext li wê yekê jî kir ku eger gel dengên xwe bidin wî ewê li ser wê kursiyê ne ew dê gel rûne.
Demîrtaş got: “Yek ziman, yek milet nabe dirûşmaya me ya biratiyêye. Ya ji me re pêwîst ev e ku her kes zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad bi kar bîne û hebûna wan bê qebûlkirin.”
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got: “Kursiya serokomariyê ne malê bavê ti kesî ye, kursiya gel e, dema em bên hilbijartin em ê ne tenê li vî welatî em ê li tevahî Rojhilata Navîn aştiyê çêbikin.”
Demîrtaş got: “Di 10’ê Tebaxê de dema hûn çûn ser sindoqan vê mohrê ji bo aştî û biratiyê, ji bo kedkaran û ji bo bindestan lêxin. Dema hûn dengê xwe bidin dibe ku 10 saniyeya we bigire. Lê belê ev karê ku hûn di van 10 saniyeyan de bikin wê pêşeroja Tirkiyeyê biguhere. Eger hûn dengên xwe bidin min li ser wî kursiyê ne ez wê gel rûne.”
PUKmedia/ANF
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25