Yekîneyên Parastinê Hesekê kontirol kirin

kurdistani 07:22 PM - 2014-07-31
Yekîneyên Parastinê Hesekê kontirol kirin

Yekîneyên Parastinê Hesekê kontirol kirin

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê  îro pêncşemê 31 / 7 / 2014`e ligel vekşîna hêzên rêjîma Sûrî ji navarasta bajarê Hesekê desthilatdariya xwe danîn ser bi bêtirî taxên bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê, her wiha ji topbarana çep û rast ya ser bi taxên Hesekê yek jê zarok 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dest dan.

Jêderek çavdêr ji bajarê Hesekê ji PUKmedia yê re ragihand ku piştî hêzên rêjîma Sûrî ji çarkoşeya ewlekariyê ya dikeve navarasta bajarê Hesekê vekşiyan, hêzên YPG`ê li hemû texên bajar belav bûn û kontirol kirin, ji aliyekî din ve ji ber topbaran bi topên hawan bi ser taxa Neşwa ve yek jê zaroka çar salî 4 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek ji nîştecihên taxê birîndar ketin.

Yekîeyên parastinê ji aliyê xwe ve li taxa vêlat a rojhilat 3 kes bin çav kirin ku hevkarê DAIŞ bûn, 2 jê ji Erebên Hesekê ne û yek ji bajarê Dêrezorê ye.

YPG`ê her wiha bi beyannameyekê ku PUKmedia yê wêneyek jê wergit ragihand ku hêzên wê li rojavayê devera Serêkaniyê  li gundê El-Rawiyê, êriş bir ser bi yek xalên kontirlê yên çekdarên rêxistina terorê DAIŞ û di encamê de sê çekdarên DAIŞ kuştin û 5 birîndar kirin, wekî din da xuya kirin ku hêzên YPG`ê li ser riya gundê Bikariya Serkariyê ya ser bi navçeya Cezaa ve ye bersiva êrişeke çekdarên DAIŞ da yên ketin kemîna YPG`ê û YPJ`ê û di encamê de 3 terorîst hatine kuştin û gelek birîndar ketin, çekdarên DAIŞ ji aliyê xwe ve çendê hewldan birîndarên xwe birevîn lê nekarîn û bi cih hêştin.

PUKmedia / Îbrahîm Xelîl / Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket